ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-07 09:00:00   * Hiqûqnasa Mafê Mirovan a Efrînê Semîre Ebdulrehman, bîlançoya revandin, qetilkirin û talankirina dewleta tirk a li Efrînê nirxand û got: "Kiryarên dewleta tirk hemû zagon û rêgezên navneteweyî binpê dike. Hemû cîhanê çavên xwe ji van kiryaran re girtiye û tenê mêze dikin." DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Meziyet Dawud ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye û niha li navçeya Ehdas a Şehbayê bi cih bûye. Di dema berxwedana Serdemê de 3 zarokên xwe tevlî berxwedana Serdemê dibin. Dayika Meziyet axivî û got: "Di dema berxwedana Serdemê de, 3 zarokên min di oxira şoreşê de jiyana xwe ji dest dan." DÎMEN HEYE   * Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star ya herêma Firatê Felek Yusif di derbarê perwerdekirina jinan de axivî û wiha got: "Bi rêya perwerdeyê jin dibin xwedî hêza çareseriya pirsgirêkên civakî û zayendan." DÎMEN HEYE   * Bijîşk Zeynep Şener Bahçe, bal kişand ser nexweşiya bawesîrê diyar kir ku divê bê agahiya bijîşk derman neyên bikaranîn û got: "Gelek kes ji ber ku şerm dikin naçin nexweşxaneyê. Lê divê ji xwe baldar bin, dibe ku di pêşerojê de ev nexweşî bibe sedema nexweşiya penceşêr e jî." DÎMEN HEYE    *Ji saziyên cuda jinan bal kişandin ser girîngiya yekitiya Netewa Kurd û gotin: “Yekitiya kurd yekitiya jinan e. Di nokteya yekitiya neteweyî de wê jin hîmekî ava bikin. Ji bo parastina nasnameya jinên kurd têkoşînek hevpar pêwist e.” BI DÎMEN   * Siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di encama suîkastekê de hatin qetikirin û di ser bûyerê re 7 sal derbas bû. Fîdan Yildirim ku li Ewropayê bi her sê jinan re hevaltî kiribû got: "Bi qetilkirina her sê şoreşgerên jin ên kurd xwestin tolê bigirin. Lê jinên Kurd û Gelê Kurd têkoşîna xwe bilind kirin û xwedî li şehîdên xwe derketin.” BI DÎMEN    *Hevseroka OHD ya Amedê Halîse Dakali diyar kir ku di dema hikûmeta AKP’ê de ku îdiaya ‘ji îşkencê re toleransa sifir’ dike, îşkence sîstematîk bûye û got: "Îşkence bi polîsan sînor nemeya, daraz, dadger û dozger jî kirine hevkar." BI DÎMEN    *Safiye Şîn a ji ber qedexeyên derketina derve ji Geverê koçî Wanê kir, der barê ku esnafî karê mêrane, hemû pêşdarazên zayendperest hilweşand. Safiye ku marketê dişuxulîne, tevî zor û zehmetiyên krîza aborî balkişand ser girîngiya helwestê. DÎMEN HEYE   *Girtiya bi navê Şefîke Bîlîcî ku 10 sal e di girtîgehê de dimîne, 6 caran hatiye surgunkirin û herî dawî jî surgunî girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê hat kirin û li wir jî bi qedexeyan re hat rû hev. Dayika wê Halîme Bîlîcî, got ji ber keça wê li dijî lêgerîna tazî derketiye, cezayê qedexeya hevdîtin û telefonê lê birîne. BI DÎMEN   *Endama Lijneya Weşana Rojnameya Jineps Serap Canbek diyar kir ku ziman hîmê esas yê çand û nasnameyê ye û got ziman rihê gelekî îfade dike, bi zimanê dayikê axaftin jî çalakiyeke bi rumet e. BI DÎMEN   *Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum da zanîn ku di rewşa ku sererastkirina ‘di êrîşa zayendî ya li dijî zarokan de efûya riya zewacê’ ya di pakêta duyemîn a darazêde cih digire, bibe qanûn, wê bûyerên tecawiza zarokan zêde bibe. Seroka giştî ya TKDF’ê Canan Gullu diyar kir ku hejmara kesên di 2016’an de ji efûyê fêde girtine 286 bû û îro jî gihaştiye 16 hezarî.