Encamnameya 10'emîn a Kongreya Giştî ya HDK'ê aşkera bû 2020-01-06 13:27:17   ENQERE -  Di encamnameya 10'emîn Kongreya Giştî ya HDK'ê  de hat diyarkirin ku wê Kongreya Demokratîk a Gelan li dijî kapîtalîzmê ji serhildana gelan re bibe piştevan û daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bêhtir bîne ziman.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) encamnameya 10'emîn Kongreya xwe ya ku duh pêk anî bi raya giştî re parve kir. Di encamnameya kongeraya ku bi dirûşma, "Kapîtalîzm, Baviksalarî û Faşîzm dikujin: Ji bo jiyanê Serhildan û Rêxistin divê" hat lidarxistin xalên derketin pêş wiha ne:    " Lijneya me ya Giştî,  Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku parêstvanên têkoşîna azadiyê bûn û di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tîne, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksek Dag ku Îro ne li gel me ne û hemû girtiyên azadiyê silav dike.   'Em ê gavên xwe bi biryar biavêjin'   Lijneya me ya Giştî, piştî Lijneya xwe ya Giştî a 9'emîn hemû pêvajoyên siyasî, civakî ku hatin jiyîn û rewşa rêxistinî ya li Tirkiye û Cîhanê û pêvajoya li pêşiyame bi berfirehî nirxandiyê. Lijneya me hilbijartina xwe ya hevserokatiyê kiriye û Meclisa  xwe ya Giştî nû kiriye.    HDK bi berxwedanê wê hevkariyê zêde bike   Îro perlgala kapîtalîzmê li tavahiya cîhanê di krîzekê de ye. Bi mezinbûna vê krîzê re şer û pevçûn li herêmê zêde dibin; pêşbirka di navbera emperyalîstan de bi ser gelan de tê xwarê. Herî dawî jî kuştina Fermandarê leşkerî yê Îranê Qasim Silêmanî ya ji aliyê DYA'yê ve herêma me ber bi şerekî nû ve biriye. Li Tirkiyeyê jî rejîma Qesrê, li pey heyalên xwe yên zindîkirina Osmaniyan bi komên cîhadîst ên li gel xwe re êrîşî Şoreşa Rojava û destkeftiyên wê kir. Herwiha ev rejîm niha jî ji bo ku ji çavkaniyên Lîbyayê sûdê bigire û piştgiriyê bide îxwaniyan hewl dide leşkerên xwe bişîne Lîbyayê.  Li cîhanê ji ber şerê heyî gelên ku bêzar bûne êdî li Iraq, Lubnan, Fransa û heta Îranê dest bi serhildanan kirin.  Kongreya Demokratîk a Gelan jî wê bi gelên serhildêr re piştevaniya xwe xurt bike û li dijî şer daxawaza xwe ya aştiyê zêdetir bîne ziman.    'Bi milyonan kes ji cih û warên xwe dibin'   Îro erndnîgr bi guhertinên demografîk ku tên kirin bi koçeke  mezin a mirovan re rûbirû ye. Sedema vê jî krîza avhewayê ya ku serwerên cîhanê pêk anîne. Ev kesên şerxwaz bi şerê ku derdixin, talana ku li ser çavkaniyên xwezayê pêk tînin di heman demê de dibin sedema koçberiyeke mezin.  Kesên tên koçberkirin mecbûr dimînin ku bi kedeke erzan bixebitin, keda wan tê çewisandin û dibin hedefa êrîşên nijadperest.    Biryara parastina îtîfaka demokrasiyê û berfirehkirina wê   Rejîma Qesrê li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêkên siyasî, îktîsadî û civakî ku sedma wan ew e êdî nema dikare xwe li ser lingan bigire.  Bloka AKP - MHP'ê ji bo krîzê heyî derbas bikin di bin navê bekayê de zêdetir serî li tundiyê didin û dixwazin ku muxalefeta demokratîk bifetisînin. Li Kurdistanê şaredarên ku bi dengê gel hatin hilbijartin di bin navê qirkirina siyasî de ji peywirê hatin girtin û îradeya gel hat xespkirin û qeyûm tayînî vê îradeyê hat kirin. Lê pêvajo nîşanî me dide ku wê ev tayînkirina qeyûman tenê bi şaredariyên DHP'ê sînordar nemîne û bloka îktîdarê di fersenda ewl de wê şaredariyên Enqer, Stenbol û her wekî din jî desteser bike.    Em destûrê nadin ku pêşeroja gelên me bê tarîkirin   Bloka AKP -MHP'ê tenê nûnerên komeke biçûk a kesên bijarte yên Olîgarşîk in û ji bo dewlemendkirina koma xwe ya biçûk têdikoşin. Lê ji bo kedkaran jî wekî ku tinazên xwe bi wan bikin gotin 'me ji bo we jestek kiriye' û muçeyê asgarî wekî 2 hezar û 324 TL diyarkirin.  Îktîdara ku kesên ji ber krîza aborî întîhar dikin ji nedîtî ve daneyên di warê aboriyê de jî wekî rewşa baş nîşan dide û derbas dibe.  Lê wê Kongreya Demokratîk a Gelan destûr nede ku pêşeroja gelan bê tarîkirin.    Bloka AKP - MHP'ê ku bi awayê dijminane nêzî LGBTÎ û jinan dibin her roj li tundiya ku dikin tundiyeke din zêde dikin. Blok ji ber vê helwesta xwe ya dijminane tehemûlî pergala hevserokatiyê nekiî, xala 6284 a qanûna Peymana Stenbolê nekir meriyetê.  Kongreya Demokratîk a Gelan di her şert û mercan de wê li gel têkoşîna jinê ya azadiyê ku ji aliyê jinan ve tê dayîn be û piştigirê wê be. Wê Kongreya Demokratîk a Gelan bilindkirina vê ala têkoşînê wekî erka xwe ya sereke bibîne û ji bo parastina destkeftiyên jinan têbikoşe."    HDK wê têkoşîna xwe ya li dijî modernîteya kapîtalîst berdewam bike   Kongreya Demokratîk a Gelan ku di pêvajoyeke cîhana kevn têk diçe û ya nû li ber zayînê ye derket holê wê destûrê nede ku kevn ji temenê nû bidize. Kongereya Demokratîk Gelan ku mîrasxura kevneşopiya têkoşîna sosyalîst e û di heman demê de dixwaze wê derbas bike bi gelan re wê bi ser keve."