Endamên meclîsên şaredariyê hatin astengkirin 2020-01-06 13:11:48   ŞIRNEX - Li Şaredariyên Cizîr û Hezexê yên ku qeyûm hatibûn tayinkirin civîna ku ew ê endamên meclîsê beşdar biban hat astengkirin û nehiştin endamên meclîsên têkevin şaredariyê. Polîsan gotin:"Hatina we ya şaredariyê sûc e."   Li Şaredariyên Cizîr û Hezexê yên ku qeyûm hatibûn tayinkirin civîna ku ew ê endamên meclîsê beşdar biban hat astengkirin û nehiştin endamên meclîsên têkevin şaredariyê. Polîsan gotin:"Hatina we ya şaredariyê sûc e."   Li Cizîrê polîsan endamên meclîsê asteng kirin   Polîsan diyar kirin ku ji bo civînê teblîgat nehatiye kirin loma ew endamên meclîsê nagirin şaredariyê. Li ser vê yekê endamên meclîsê bi rêya parêzerên xwe girteka girtin û teslîmî şaredariyê kirin. Her wiha anîn ziman ku ew vê yekê qebûl nakin.    Li Hezexê jî endamên meclîsê hatin astengkirin   Li Hezexê jî endamên meclîsê yên HDP'î ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan diyar kirin ku ji bo civînê teblîgat nehatiye kirin loma ew endamên meclîsê nagirin şaredariyê.   Her wiha parêzer diyar kir ku astengkirina peywira endamên meclîsê sûc e.