'Ji bo xwedîderketina li têkoşîna wan em ê li Parîsê bin' 2020-01-06 10:31:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Sosyalîst ji bo meşa 11'ê çileyê ya li Parîsê pêk bê banga telîbûnê kir û gotin: "Di sala 7'an de ji bo kiryarên rasteqîn ên komkujiya Parîsê bên eşkerekirin û edalet bi cih bê, ji bo pêşî li komkujiyên siyasî yên nû yên li Ewropayê bê girtin, em bang li jinên koçber ên Kurdistanî û Tirkiyeyê dikin ku di 11'ê çileyê de li Parîsê li hev kom bibin."   Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna meşa 11'ê çileyê ya li Parîsê pêk bê kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin di 9'ê çileya 2013'an de di encama bazarî û hevkariya qirêj de her sê siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li navenda Parîsê hatin qetilkirin.   Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Tevî ku 7 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûne, têkoşîna ji bo pêkhatina edaleta rasteqîn dewam dike. Di îdîanameya dozê de têkiliya dewleta Tirk û MÎT'ê ya bi vê komkujiyê re bi rengekî vekirî tê vegotin, tevî vê yekê jî yekane bersûcê girtî Omer Guney çend roj beriya destpêkirina rûniştina dadgehê bi mirineke gumanbar û ji nişka ve ji holê hate kirin. Her sê jinên Kurd, bi şêweyê tevlîbûna xwe ya li nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûn jiyaneke canbexşane. Sakîne Cansiz ji berxwedana xwe ya li girtîgehê, her wiha di jiyana xwe de bû rêbereke jinê û cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt.   Temsîliyeta 3 nifşan   Fîdan Dogan ku şoreşgereke jin a li Ewropayê mezin bû, têkoşîna dîplomasiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd meşand. Leyla Şaylemez xwe bi berxwedana raperîner a ciwanên Kurd xemiland û bû endameke têkoşîna azadiyê. Ew bi temsîliyeta sê nifşan bûn dewama têkoşînê ku nifş bi nifş mezin dibe. Ev komkujî li dijî têkoşîna azadiyê hat kirin. Jinên Kurd gihîştine asta azadbûnê ku sînoran nas nakin.   Tora têkiliyên qirêj ên navneteweyî...   Jinên Kurd bi polîtîkayên ku di her astê de temsîliyeta jinê girîng dibînin û xurt dikin, li dijî paşverûtiyê, êriş û polîtîkayên şerê qirêj ê mêtingeriyê jin her tim mezin kirin. Êriş li dijî hewldan û îradeya hevgirtî hate kirin, ku bi vê îradeyê dixwestin li ser bingeha wekheviya mafê neteweyî ya di navbera gelên me yên Kurd û Tirk de çareseriyeke aştiyane ya polîtîk a wekhev û bi rûmet ava bikin. Komkujiya 9'ê çileyê bal kişandiye ser tora têkiliyên qirêj ên navneteweyî ku li ser bingeha hevkarî-paşverûtiya emperyalîst a tifaqa antî Kurd ava bûye.   Bila edalet pêk bê   Di salvegera 7'an a Komkujiya Parîsê de me çiqasî karîbû dengê xwe yê yekbûyî bi rengekî girseyî bilind bikin û nehiştin ev komkujî bê nixumandin, hingî em ê pêşî li komkujiyên nû bigirin. Di sala 7'an de ji bo kiryarên rasteqîn ên komkujiya Parîsê bên eşkerekirin û edalet bi cih bê, ji bo pêşî li komkujiyên siyasî yên nû yên li Ewropayê bê girtin, ji bo em ji komkujî, paşverûtî û kiryarên yektîp ên dîktatoriyê re bêjin NA, em bang li jinên koçber ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dikin ku di 11'ê çileyê de li Parîsê li hev kom bibin."