Ji girtiyên girtîgeha Rîzeyê agahî nayê girtin 2020-01-06 09:03:57   MÊRDÎN - Ji girtiyên girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê agahî nayê girtin. Dayika girtiyê bi navê Necdet Terlak ê 21 sal in di girtîgehê de ye, Nure Terlak bi lêv kir ku ew ji jiyana zarokên xwe bi fikarin.   Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin. Bi ser koguşan de tê girtin û lêgerîn tê kirin, girtî tên derbkirin, surgunkirin, li hember mafê dermankirinê astengî hene, dermankirina bi kelepçe tê ferzkirin û lêgerîna tazî tê ferzkirin. Yek ji van girtîgehên ku bi pêkanînan ji rojevê de nakeve Girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê ye. Malbatan diyar kirin ku bi rojane ji girtiyên girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê agahî negirtine û ji jiyana wan bi fikarin.   Malbat ji girtiyan agahiyê nagirin   Nure Tarlak diyar ki ku kurê wê Necdet Tarlak 21 sal in di girtîgehê de ye û diyar kir ku nikarin hevdîtina telefonê ya hefteyî pêk bînin û ji ber Rîze dûr e jî nikarin bi rêk û pêk biçin girtîgehê. Nure wiha got: “Em malbat jî tên cezakirin û em ji ber zarokên xwe bi fikarin. Kurê min 21 sal in di girtîgehê de ye. Li gelek girtîgehan maye. Herî dawî şandin Rîzeyê. Duh divê me hevdîtana telefonê bikira. Lê li me negeriya. Malbatên din jî gotin telefon nehatiye. Piştre em li girtîgehê geriyan. Lê girtîgehê tu agahî neda me. Niha em ji girtiyên wir agahiyê nagirin.”   ‘Her tiştê wan jê girtine’   Nure diyar kir ku her tim bi koxuşan de tê girtin û girtî tên derbkirin û wiha pê de çû: “Dema em diçin girtîgehê em wan zext û eziyetan dibînin. Cilên zarokên me jî nadinê. Gardiyan her hefte dikevin koxuşan û zextê dikin.”   ‘Bila dawî li îşkenceyê bê’   Nure bi lêv kir ku ji bo girtiyan şert û mercên girtîgehê her diçin gira dibin û got girtiyên surgunê cihên din kirine ji malbatê dûr in û wiha dawî lê anî: “Em nizanin çi bi wan kirine. Em ji wan agahiyê nagirin. Ger hevdîtina telefonê neyê kirin teqez tiştek heye. Hefteyeke em ji wan agahiyê nagirin. Ev jî têr nake îşkenceyê lê dikin. Zarokên me ne bêkes in. Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin. Bila dawî li vê îşkenceyê bê.”