ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2020'Î 2020-01-06 09:00:00   *Endama Koordinasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hesna Hesen teqez kir ku bêriya hezar salan rola jinê ya di nava civakê de ji destê wê hat girtin, jina ku bi afrîneriya xwe dihat nasîn afrîneriya wê jê hat dizîn û got: "Lê bi fikir û felsefeya Serok Apo, jinê careke din dewlemendiya xwe bi dest xist." BI DÎMEN   *Bijîşka jinan a Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn Olga Roso derbarê jinên ducanî yên li Kampa Waşû Kanî de nirxandin kir. Olgayê teqez kir ku ji ber şer gelek zarok di zikê dayikên xwe de mirine, jinên ku ducanîbûna xwe parastine jî niha ji ber sermayê berî wextê diwelidin. BI DÎMEN   *Ji girtiyên girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê agahî nayê girtin. Dayika girtiyê bi navê Necdet Terlak ê 21 sal in di girtîgehê de ye, Nure Terlak bi lêv kir ku ew ji jiyana zarokên xwe bi fikarin. BI DÎMEN    *Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, derbarê salvegera qetilkirina 6 siyasetmedarên Kurd ên jin de axivî û got: “Hevalên me yên jin ji ber nasnameyên xwe yên polîtîk hedef hatin girtin. Ji ber ew kadroyên pêşeng bûn. Hêza wan zîhniyeta serdest ya mêr tirsand. Hevalên me paşengên xwe afirandin û tovên nû avêtin.” BI DÎMEN    *Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, der barê protokola ku wezareta dadê û wezareta karê diyanetê der barê perwerda olî ku ji bo girtiyan wê bê dayîn îmze kiriye, axivî û got: “Ev protokolek ne samimiye. Bi polîtîkayên xwe dixwazin civakê û girtiyan nexweş bikin.” BI DÎMEN    *Hîndekarên Enstîtuya Kurd ya Stenbolê diyar kirin ku ziman alava berdewamkirina hebûna gelekî ye û gotin: “Li dijî asîmîlasyona ku li kolan û dibistanan berdewam dike, divê her mal ji bo kurdî bibe dibistanek.” BI DÎMEN