Girtiya nexweş Fatma Ozbay sewkî Şakranê kirin 2020-01-05 16:40:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya nexweş Fatma Ozbay ku 22 sale di girtîgehê de ye û bi penceşêra memikê ye ji Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê sewkî Girtîgeha Şakranê kirin.    Girtiya nexweş Fatma Ozbay ku 22 sale di girtîgehê de ye û bi penceşêra memikê ye ji Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê sewkî Girtîgeha Şakranê kirin.    Fatma ya ku rewşa xwe berê jî ji me re bi nameyekê ragihandibû, beriya vê jî diyarkiribû ku li gel xwişka xwe Gulser Ozbay li Girtîgeha Midyadê ya Mêrdînê dima û piştre xwişka wê ya ku 23 al di girtîgehê de ye sewkî Girîgeha Şakranê ya Îzmîrê kirin û ew jî sirgûnê Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê kirine. Fatma ya ku li girtîgehê pê hay bû bav û dayika wê jiyana xwe ji dest dane tenê xuşka wê diçe hevdîtina wê.     Fatma diyar kir ku ew tena xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne û ji ber wê ji bo Girtîgeha Şakranê sewka xwe xwestibû.