Jinên Ciwan li dijî tecrîdê daxuyanî dan 2020-01-05 16:19:32   HESEKÊ - YJCR'ê  bi daxuyaniyeke ku da bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîd şermezar kir.   Îro Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava (YJCR)   bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daxuyaniyek li ber dibistana Fewaz Çûlî ya bajarê Hesekê da. Di daxuyaniyê de alên YJCR'ê û  PYD’ê hatin hilgirtibûn. Daxuyanî ji aliyê berdevka Meclisa Ciwanên PYD’ê  Ahîn Elî ve hat dayîn.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em ê bi Rêbertî re berxwedanê bilindtir bikin, tecrîdê bişkînin û Rêberê xwe azad bikin. Di 15’ê sibata 1999'an de hemû cihanê xwest roja me tarî bikin, hemû hêzên desthilatdar li gorî berjewendiyên kaptalîzmê civiyan û li hev kirin ku bi girtina vîna gelan, tevgera gel bi dawî bikin. Em li dijî komployê bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin. Em ê bi yekîtiya jinên ciwan û tevahî jinên cîhanê û civakê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin, komployê vala derbixin û dawî li tecrîda girankirî bînin."   Daxuyanî bi dirûşmeya"Bijî berxwedana Îmralî" bi dawî bû.