Şêniyên Rimêlanê li dijî tecrîdê meşiyan 2020-01-05 16:04:41   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye" şêniyên bajarokê Rimêlanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  meşiyan.   Bi dirûşma "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye" bi dehan şêniyên bajarokê Rimêlanê yên girêdayî Kantona Qamişloyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan. Di  meşê de al û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Meşa ji qada Şehîd Xebat hat destpêkirin, paşê veguherî mîtingê.   Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê bi rêzgirtinê hat destpêkirin. Paşê li ser navê Kongreya Star Şaha Xelîl tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Hemû komployên cîhan li ser Rêberê Gelê Kurd hatine meşandin. Bi komployek qirêj Serokê me hat dîlgirtin. Armanca wan ji girtina Rêberê me ew bû ku Rêber Apo û tevgera azadiyê ji hev dûr bixin, lê mixabin dewletên cîhanê hîn baş fikir û felsefeya Rêberê me nas nekirine. Em ê li hember hemû cureyên êrîşan li ber xwe bidin û heta dawiyê em ê têbikoşin.   Mîtîng bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.