Komîteya Jinan a Reqayê seraya xwe ya 2'emîn vekir 2020-01-05 15:09:34   REQA - Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi projeyeke çandiniyê ya serayan kir ku tê de 15 jin dixebitin.   Ji 20 rojan ve Komîteya Jinan dest bi projeya serayan kir û seraya xwe ya duyemîn li herêma hikumiyê ya bajarê Reqayê vekir. Komîte bi vê xebatê hewl dide ku aboriya jinan bê xurtkirin.  Proje ji 3 serayan pêk tê û 15 jin jê berpirsiyar in. Li aliyekî din jî 5 rêveber çavdêriyê li ser mekanîzmaya rêveçûna projeyê dikin, pêdiviyan dabin dikin û çavdêriya giştî dikin.   Der barê projeyê de Emîne Mehmûd ku yek ji çavdêran e, wiha got: "Me hemû pêdiviyên serayan, ji xertûmên avê, komir, alava pîvana germahiyê û madeya mazotê dabîn kirin."   Emîna Mehmûd li ser cureyên tovan ên ku hatine belavkirin jî wiha got: "Komîteyê, tov ji cureyên xiyar, xes û firingî dan me. Li her serayekê 103 ton hatin çandin. Ji saet 6’ê sibehê heta 3’yê berêvarê em tê de dixebitin û paqij dikin."   Dê dahata berhema projeyê li jinan bê belavkirin.