ROJEVA 5'Ê ÇILEYÊ 2020'AN 2020-01-05 09:00:00   *Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Rewşen Hacim û Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk Kurdî Surî, Gulîstan Etî di derbarê Kongreya neteweyî û hevgirtina Kurdan nirxandin û wiha gotin: "Pêwîstiya me bi yekîtiya Gelê Kurd heye." DÎMEN HEYE   *Îsal 24 malbatên kurd ku xwestin cenazeyên zarokên xwe li gorî bawerî, çand, kevneşopî û nirxên civakî defin bikin rastî astengiyên rayedarên dewletê hatin. Hîn jî malbatên kurd li hemberî van pêkûtiyên dewletê rû bi rû dimînin. Der barê astengkirin û nedana cenazeyan de dayik axivîn. DÎMEN HEYE   *Endama KJA’yê Fatma Uyar a ku bi eşqek mezin girêdayî têkoşîna azadiyê bû û beriya 4 salan li Silopiyê tevî Sêvê Demîr û Pakîze Nayir hat qetilkirin. Dayika Fatmayê, Hatîce Uyar, wiha got: “Sêvê, Pakîze û Fatma ji bo gelê xwe mirin dan ber çavên xwe. Ez bi keça xwe serbilind im. Em ê tu carî wan ji bîr nekin.”DÎMEN HEYE   *Jinên pêkhateyên Tora Têkoşîna Bi Şîdetê re, diyar kirin ku di 5 mehan de 838 jinî serî li torê daye û gotin ew bi rewşeke qirkirina zayendê re rû bi rû ne. BI DÎMEN   *Parlmaentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku AKP ji Sûriyeyê heta Fasê ji bo her xeta Îhvayî piştgiriyê didê û got li Lîbyayê tabloyek reş li benda Tirkiyeyê ye û got: “Her wiha Rûsyayê Vanger (Şîrketên şer yên taybet) şandine Lîbyayê. Tirkiyeyê jî SADAT û hêzên paramîlîter şandine û dixwaze sektorek wisa li welat pêş bixîne û îxracê welatên din bike.”   *Parêzer Gulhan Kaya ku biryara Dadgehê ya xerakrina dosya Abdullah Melîh Bariş yê ku Nurcan Aslan qetil kibirû, xera kir, nirxand û da zanîn ku ev biryar nîşaneya yekbûna mêr-dewlet-darazê ye. Gulhanê da zanîn ku ev biryar ji bo dozên ku erênî bi encam bûne xeter e. BI DÎMEN   *Keşîşxaneya Ardzvaper ya li navçeya Erdîş a Wanê ye, ji ber kolandinên defîngeran ve veguheriye xerabeyê. BI DÎMEN