Li aqubeta windayan pirsîn 2020-01-04 15:22:36   AMED/ÊLIH - Xizmên windayan, li Amed û Êlihê di çalakiyên li dar xistin de, pirsa aqobeta windayan kirin. Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin di çalakiya li Amedê de axivî û got: “Hemû serlêdananên wan ên windayan bê encam man. Em dixwazin êdî heqîqet derbikeve holê.”   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 569’an de kom bûn û çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Nûner û rêveberên ÎHD, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn.  Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin, daxuyanî da.    Hasan, diyar kir ku xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji salên 90’î ve ji bo ku faîl bên dîtin û darizandin, deng derdixîn û wiha axivî: “Divê edalet û hiqîqeta rast derbixin holê. Bi salane xizmên windayan serî li gelek qereqol û rayedaran didin. Lê ligel vê yekê jî hemû serlêdan bê encam man. Ev daxwazek mirovî û mafiye. Dewletên li welatên Kolombiya, Arjantîna û Afrîkaya Başûr, ev rastî nas kirin û edaleta rast pêk anîn. Êdî civakek demokratîk ava kirine. Li vê derê em dibêjin bi sedan winda hene. Delîl û belgeyên van hemûyan jî hene. Desthilatdarî û dewlet dikare vê pirsgirêkê çareser bike.”     Piştî axaftina Hasan, çîroka Mehmet Emîn Abak ê li gundê Xanikaharzema ya navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat parvekirin.    Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    Êlih   Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan ên Êlihê jî, bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" di hefteya 475'an de çalakî li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan, parêzvanên mafê mirovan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Fahrettîn Asûtay daxuyanî da û çîroka Îsa Soysal ê li guma Karux a gundê Bozalan a navçeya Sîlopî ya Şirnexê di 1’ê Çileya 1988’an de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, vegot. Asûtay, diyar kir ku bi salane malbat serlêdan dike, lê serlêdanên malbatê bi tu awayî bi encam ne bûne. Asûtay di dawiya axaftina xwe, xwest ku aqûbeta Soysal bê  aşkerekirin.    Piştî axaftina Fahrettîn, çalakiya rûniştinê ya 5 deqan hat lidarxistin.