'Zarok pêşeroja heviyên civakê ne' 2020-01-04 13:58:37   Almas Nayif -Viyan Said   ŞENGAL - Li Navenda Çand û Hunerê ya bi navê Stiya Nexşe ya Şengalê şahî hat lidarxistin.    Zarokên ku di nava xebatên Navenda Çand û Hunerê ya bi navê Stiya Nexşe ya Şengalê de cih digirin hatin gel hevdu û şahî li dar xistin. Zarokan hestên xwe vegotin.    'Huner mirov pêş dixe'   Zaroka bê navê Feleknas Xelil got: "Em li Navenda Çand û Hunerê ya bi navê Stiya Nexşe hînî amûrên mûzîkê bûn. Ev ji bo me kêfxweşiyek mezin e. Huner mirov pêş dixe."   'Em ê dev ji xebatên xwe bernedin'   Zaroka bi navê Medya Sedî wiha got:"Ev salek heye ku ez di nava xebatên Stiya Nexşeyê de cih digirim. Em stranan dibêjin. Em gelek bextewar in ku di qada hunerê de dixebitin. Em ê dev ji xebatên xwe bernedin."   'Bila zarok hemû werin vê derê xwe fêrî çanda xwe bikin'   Henadî Mehmud wiha got:"Em îro dizanin staranan bêjin. Em klîban çêdikin. Me gelek ked da. Îro jî me li klîba xwe temaşe kir ku em zanibin çawa çêbûye. Îro em gelek kêfxweş in ku em zarok bi hev re fêrî çanda xwe dibin û klib çêdikin. Bila zarok hemû werin vê derê xwe fêrî çanda xwe bikin."   'Zarok pêşeroja heviyên civakê ne'   Zarokê bi navê Roniya Macid jî bi kurtasî kêfxweşiya xwe wiha tîne ser ziman: "Ev saleke ez di Stiye Nexşe de têm perwerde dibînim. Em  kêfxweş in ku em çand û hunera xwe fêr dibin. Zarok pêşeroja heviyên civakê ne."