Qeyûmê Şemrexê 10 xebatkar ji kar derxist 2020-01-04 11:06:36   MÊRDÎN - Qeymeqamê tayînê Şaredariya Şemrexê hat kirin, bi hinceta “lêpirsîna ewlekariyê” 10 xebatkarên şaredariyê ji kar derxist.    Qeymeqam Mûhsîn Dûran Kalkan ê di 16’ê Mijdara 2019’an de tayînê Şaredariya Şemrexê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de kir, 10 xebatkarên şaredariyê ji kar derxist. Qeyûm, bi hinceta “lêpirsîna wan a ewlekariyê nehatiye kirin”10 xebatkar ji kar avêtin.    Kesên ku ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku ew ê bi daxwaza paşve vegerin ser karê xwe, serî li Dadgeha Îdarî bidin.