Pakîze Nayir: Ger ku Botan bi ser bikeve wê mirovahî bi ser bikeve 2020-01-04 09:04:31   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li Sîlopiyê berî bi 4 salan Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir a bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, sûcên mirovahiyê ku hatin kirin bi van gotinan anîbû ziman: "Komkujî li ser gelê Botanê tê ferzkirin. Ger ku îro tu kes bi hewara me de neyê dibe ku sibe gelek dereng be. Ez bang li hemû cihên ku dengê min digihîjiyê dikim. Bawer bin ger ku Botan bi ser keve wê mirovahî bi ser keve."   Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve a 4'ê Çileya 2016'an de 3 jinên siyasetmedar ên kurd; Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk Sêvê Demîr, endama Kongereya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir di encama gulebarana ji wesayita zirxî hat kirin de jiyana xwe ji dest dabûn.    Ji sê jinên kurd ku hatin qetilkirin Pakîze nayir, di sala 1990'î de li gundê Ziristanê li malbateke ku xwedî 8 zarokan wekî ya 4'emîn hatibû dinê. Pakîze di temenê biçûk de bi malbata xwe re hatibû koçberkirin. Pakîze ya ku 6 salên xwe li Nisêbînê derbas kirin, piştre dîsa vegeriyabû Sîlopiyê û li wê jiyana xwe berdewam dikir. Pakîze li aliyekî ji bo debara malbata xwe dixebitî û li aliyekî jî xebatên siyasî dimeşandin. Pakîze di dema vekirina Mala Jinê de li Sêvê û Fatmayê rast hatibû.    'Di be ku sibe gelek derng be'   Pakîze di dema qedexeyê de pirsgirêkên ku ni navçeyê dihatin jiyîn her ku fersend didît bi raya giştî re parve dikirin û herî dawî di axaftineke xwe ya ku bi telefonê ji televîzyonê re kiribû wiha gotibû: "Bûyerên li vir deiqewimin yên li Kobanê qewimîn derbas kirin. Dewlet zilmê li Gelê Kurd dike. Gelê gel bê zar nabe û wê bêzar nebe jî. Gel kolanan terk nake û dibêje 'em têk naçin'. Qirkirin li gelê Botanê tê ferzkirin. Ger ku îro tu kes bi hewara me de neyê dibe ku sibe dereng be. Ez bang li rayedarên dewletê dikim û dibêjim hişê xwe bidin serê xwe. Rêveberiya xweser û parstina rewa mafê me yê bingehîn e û em ê dest ji mafê xwe bernedin. Li tu deran hovîtiyeke bi vî rengî û êrîşên bi vî rengî pêk nehatine. Ez bang li hemû cihên ku dengê min diçiyê dikim. Dengê me bibihîzin dibe ku sibe dereng be. Ger ku Botan bi ser keve wê mirovahî bi ser keve."   Daiyka Pakîzeyê bahsa keça xwe dike.   ‘Pakîze heval û rêhevala min bû’   Behiye, got keça wê kesekê ciwan û zana bûye û wiha behsa keça xwe kir: “Pakîze jinekê fedakar bû û pêşengiya jinan kir. Rojên ku ji bo  rizgarkirina Kobanê  diçû nobeta sînor di bîra min de ne. Li dayikan gelek baldar bû. Pakîze nebitenê keça min her wiha hevala min û rêhevala min bû. Pakîze jinek gelek çeleng û zane bû. Ji zaroktiya xwe heta jiyana xwe ji dest da ez pê serbilind bûm.  5 salan çû dibistanê û me piştre nehîşt ku biçe. Lê çû qursên cuda cuda. Pakîze bi birayên xwe re di firinê de xebitî. Pakîze nedixwast ku tu jinek mihtacê mêran bibe. Ji ber wê jî dixwest ku jin bixebitin û li ser nigên xwe bisekinin. Pakîze piştî çend salan salona kuaforiyê ji xwe re vekir û li ser nigên xwe sekinî. Dema ku karê kuaforê dikir tevlî xebatên partiyê jî bû û dest bi xebatên jinan kir. Gelek girêdayî doza xwe bû.”   'Di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest da'   Behiye, di berdewamiya axaftina xwe de got hovîtiya wê şeve hatiye jiyîn dê tu carî ji bîr neke û wiha domand: “Ev hovîtî ne bi tenê li dijî keça min hat kirin, li dijî hemû kurdan hat kirin. Dema şer dest pê kir Pakîze li mala metika xwe bû. Dema min ji Pakîze re got ji wir derbikevin biçin gund, ji min re got ‘pêdiviya gel bi me heye. Ez naçim tu cihî.’ Keça min tim derdiket televîzyonan bang dikir ji bo li dijî vê hovîtiyê tu kes bêdeng nemîne û rabin ser nihan. Tu kesî wê demê nikaribû serê xwe ji malên xwe derbixin. Kesên ku derdiketin dibûn hedefa gulebaranan. Piştre ji keça min û hevalên wê re agahî çûye ku dê operasyon pêk bê. Li ser vê yekê ew jî derdikevin  û dixwazin biçin taxeke din. Ez serê sibehê ji televîzyonê hîn bûm ku keça min jiyana xwe ji dest daye. Keça min di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest da.”   'Ji bo doza xwe heta dwiyê li ber xwe dan'   Behiye, li dijî nûçeyên medyaya alîgir ên ku digotin '"bi çek bûn" wiha got : “Tu çek bi Pakîz, Fatma û Sêvê re tunebûn. Pakîze û hevalên xwe xebatên siyasî dimeşandin. Ez dest ji vê dozê bernadim. Zarokên me kurdin. Ji bo doz û zimanê xwe têkoşiyan. Ew ji bo edalet û azadiyê têkoşiyan. Çima mafê hemû dinyayê heye vê bixwaze, lê  mafê kurdan tune ye. Keça min endama partiyê bû. Emniyet jî wan gelek baş nasdikir. Pêşî birîndar kirin û piştre înfaz kirin. Em edalet û azadiyê dixwazin.”     ‘Ma sûce mirov bahsa keça xwe bike?’   Behiye, di domandina axaftina xwe de diyar kir ku ji ber di derbarê keça xwe de roportaj daye cezayê hepsa malê lê hatiye birîn û wiha pê de çû: “Ma sûce mirov besa keça xwe bike? Ji ber ku min di derbarê keça xwe de roportaj da kelepçe avêtin nigê min û ez 3 mehan di malê de hatim hepskirin. Ez hîn jî her hefteyê diçim îmze davêjim.”   ‘Em Pakîzeyên nû digihînin’   Behiye, di dawiya axaftina xwe de got ji bo keça wê Pakîze tu carî neyê jibîrkirin neviya wê yê ku nû hatiye dinê navê Pakîze lê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:  Wan ji min keça min Pakîze girt. Lê belê em Pakîzeyên nû digihînin û em ê bigihînin jî. Em dest ji doza xwe berndadin wê berdewam bike.”