Jinên gundê Um El-Xêr: Em gundê xwe terk nakin 2020-01-04 09:03:34   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Gundê Um El-Xêr ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê ve hat topbaran kirin. Jinên gund  ku bertek nîşanî topebaranê dan, gotin li gel topebaranê jî ew ê dest ji gundê xwe bernedin.   Di 31'ê Kanûna 2019'an de dewleta tirk û hevkarên wê gundê Um El-Xêr  ku 7 km dûrî Rojavayê navçeya Til Temir e û nêzî gundê Leylan e, bi obus û hawanan topbaran kirin. Jinên gundê Um El-Xêr ku topebaran şermezar kirin, derbarê topbaranê û metirsiyên ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve dijîn, vegotin.    'Dewleta tirk zarokan hedef digire'   Hûriya Dalim topbarana dewleta tirk li ser gund û metirsiyên ku dijîn wiha rave kir:"Duh dewleta tir û komên çete gundê me topbaran kirin.  Ji ber ku dewleta tirk herdem zarokan hedef digre min di serî de zarokn xwe bi lez ji derve anîn hundir û veşartin. Çi gunehê van zarokan heye ku di rewşeke wiha de dijîn. Me tu zarî li kesekî nekiriye, ew çima êrîşî me dikin."   'Em dicemidin û sotemeniyê peyda nakin'     Hûriyayê diyar kir ku ew ji ber sotemeniyê peyda nakirin dicemidin û wiha berdewam kir:"Niha ji ber ku mazot nayê peydakirin ez li gund digerim û bi şûşeyên plastîk û cureyên din ên gelaşê kom dikim malê ku em êvarê bişewitînin û xwe li ber germ bikin. Em êdî dixwazin bi rihetî razên û rabin, em ji êrîş û topebaranê êdî westiyan, bila ji xaka me derkevin, bihêlin ku em êdî bijîn."   'Tevî topbaranê em ê axa xwe biparêzin'    Heno Salim jî wiha got: "Tevî ewqas êrîş, topbaran, nepeydakirina pêdiviyên jiyanî jî em ê li gundê xwe bimînin û dest jê ber nedin. Bajar rûxandin, mal û milkên gel talan kirin hîn çi dixwaze Erdogan?. Bi mayînên wan sivîlek ji gund jiyana xwe ji dest da. Axa ku niha em li ser dijîn ew nirxê me yê herî girîng e. Axa me rûmeta me ye, em ê heta kêliya dawî li ber xwe bidin."     'Tevî topbaranê em ê axa xwe biparêzin'    Heno Salim jî wiha got: "Tevî ewqas êrîş, topbaran, nepeydakirina pêdiviyên jiyanî jî em ê li gundê xwe bimînin û dest jê ber nedin. Bajar rûxandin, mal û milkên gel talan kirin hîn çi dixwaze Erdogan?. Bi mayînên wan sivîlek ji gund jiyana xwe ji dest da. Axa ku niha em li ser dijîn ew nirxê me yê herî girîng e. Axa me rûmeta me ye, em ê heta kêliya dawî li ber xwe bidin."