ROJEVA 4'Ê ÇILEYÊ 2020'AN 2020-01-04 09:00:00   *Birayê Leyla Yigit piştî ku tevlî greva birçibûnê bû hat sirgunkirin û bi şîdetê re rûbirû ma. Bavê wê jî di salên 90'î de bi heman îşkenceyan re ribûrû maye û Leylayê wiha got: "Çi bi serê bavên min anî heman tiştî anîn serê birayê min jî. Li girtîgehan niha rewşeke xirab heye û rewşa girtiyan nebaş e. Divê em bêdeng nebin. Bedel giranin lê divê em serî netewînin." DÎMEN HEYE    *Gundê Um El-Xêr ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên girêdayî wê ve hat topbaran kirin. Jinên gund  ku bertek nîşanî topebaranê dan, gotin li gel topebaranê jî ew ê dest ji gundê xwe bernedin. DÎMEN HEYE   *Li Sîlopiyê berî bi 4 salan Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir a bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, sûcên mirovahiyê ku hatin kirin bi van gotinan anîbû ziman: "Komkujî li ser gelê Botanê tê ferzkirin. Ger ku îro tu kes bi hewara me de neyê dibe ku sibe gelek dereng be. Ez bang li hemû cihên ku dengê min digihîjiyê dikim. Bawer bin ger ku Botan bi ser keve wê mirovahî bi ser keve." BI DÎMEN   *Parêzer Gunce Çetîn diyar kir ku xalên 5 û 6’ê yê giştînameya ku Wezareta Dadê weşandiye, balê dikşîne ser rêgezên ‘veşartina lêpirsîn’ û ‘mafê ku leke neyê ser’ û got ev xal bi fikar in. Gunce Çetîn wiha got: “Dosyayên şîdeta li ser jinê di pêvajoya lêpirsînê de, îfşakirin, lêkolînkirin û di çapemeniyê de dîtin, dibe sedema lêpirsîneke bi bandor. Lê rêgeza veşartiyê jî wê bibe sedema veşartina rastiyên der barê mijarê de”.   *Li Amedê mêrê bi navê S.D ku li hember zaroka xwe êrîşa zayendî pêk anîbû, li 12’emîn Dadgeha Cezaya Giran dihat darizandin û di rûniştina yekemîn de hat tehliyekirin.   *Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Gurbet Aydogan, diyar kir ku tê plankirin ku projeya Kanal Stenbol bi baca Tirkiyeyê bê çêkirin. Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut jî got ew samimiyeta desthilatdariyê ji Heskîfê nas dikin û got dîrok anîna asta tunebûnê. Ji bo betalkirina projeya Kanal Stenbol, gelek aliyan kampanyayên îmzeyan dan destpêkirin û daxwazname dan Midûriyetên Hawirdor û Bajarvaniyê. DÎMEN HEYE   *Parêzer Gozde Engîn diyar kir ku ligel polîtîkayên bêcezahiştinê û ji rewşa baş daxistina cezayan, lêpirsînên mirinên biguman jî bi baldarî nayên kirin û got: “Em jin divê bi hev bişêwirin û ligel hev cih bigirin. Divê em li her qadê nîşan bidin ku em li kolanan ligel hev dimeşin. Em ê ligel hev bin û pêşiya mirinên biguman bernedin.”DÎMEN HEYE