Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir 2020-01-03 13:47:16   STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê hevdîtin pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbatên girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li gel Ocalan dimînin jî ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbatan herî dawî di 122ê tebaxê de li Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn. Ji 12’ê tebaxê ve hemû serlêdanên malbatan tên redkirin.