Zaroka astengdar bi êrîşa zayendi re rûbirû ma 2020-01-03 11:34:03   AMED - Li navçeya Lîcê zaroka astengdar, di encama êrîşa zayendî de ducanî ma.    Li Taxa Daralan a navçeya Lîcê ya Amedê zaroka astengdar  Ş.O., ji ber êşa zik malbatê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Lîcê. Li nexweşxaneyê derket holê ku zaroka astengdar  Ş.O bi êrîşa zayendî re rûbirû maye û di encamê de ducanî maye.    Ş.O ya 8 meh û 20 roj ducanî,  birin Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎN) û îfadeya wê hat girtin. Piştî îfadeyê, derket holê ku Ş.O. ji alyê bavê xwe de bi êrîşa zayendî re rûbirû maye.     Di çarçoveya îfadeya zaroka astengdar de, bavê wê hat binçavkirin.