‘Mafê definkirinê tê binpêkirin’ 2020-01-03 09:10:18   Rengîn Azîzoglu   AMED - Parêzer Gulan Kalelî diyar kir ku mafê definkirinê di bin parastina mevzuatên netewî û navneteweyî de ye û got: “Astengkirin di demên ku otorîteya cemaweriyê de darazê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne xwe dide nîşandan. Heta pîşeya me derfet bide em ê serlêdanan bikin. Bi israr pêşketin hebe wê destekfetiyek hiqûqî bê bidestxistin.”   Li Tirkiyeyê ku yek ji mafên herî sereke yê mirovahiyê mafê definkirin, şîngirtinê tê binpêkirin. Di demên dawî de cenazeyên girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbûn hatibûn revandin û di dorpêça polîsan de hatibûn definkirin.   Dîsa ji Goristana Garzan ya li bejahiya Yukari Olek a Bedlîsê di 19’ê Kanûna 2017’an de 267 cenaze ji gorên wan hatibûn derxistin û ji malbatan mînakên DNA’yê hatibûn girtin û ji van 10 cenaze du sal şûnde teslîmê malbatan hatin kirin. Parêzer Gulan Kalelî der barê mafê definkirinê de axivî.   ‘Dixwazin darazê li gorî berjewendiyê bikar bînin’   Gulanê destnîşan kir ku mafê definkirinê hem di mevzuata neteweyî hem jî di mevzuata navneteweyî de ketiye bin parastinê. Gulanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dîrokê de di hawira şer de jî alî li hember miriyan neçarin rêzdar bin. Ferze ku mirov cenazeyên xwe li gorî baweriyên xwe defin bikin û li hember pêvajoya şînê rêzdar bin. Hinek rêbaz ne hewcene di çarçoveya qanûnan de bên girtin. Kevneşopiyên civakî hewcedariyeke. Bêguman ev hewcedariyên wisa di nava demê de wek mafên ku ketine bin ewlehiya qanûnan. Ev jî sedemekê nîşanê me dide; astengkirin. Astengkirin di demên ku otorîteya cemawerî darazê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, xwe dide nîşandan. Ev wek talîmata dozger ya ji bo goristana Garzan ku di şevekê de got nikare wek goristan bê bikaranîn.”   ‘Divê em serlêdanê bikin û bi israr bin’   Gulanê balkişand ser astengiyên li pêş xwediyên cenazeyan û got: “Ev pêvajo bi du aliyan dikare bê destgirtin. Ya yekem pêvajoyên sekinandina cenazeyan ali STE’yan û kar û barê dozger yên ji bo cenazeyane. Ev ji bo malbat ezyetekî mezine. Ya duyem jî astengiya li pêş definkirina cenazeyane. Li malbat ferz dikin ku cenaze bi şev bi lez û bez bên definkirin. Definkirina cenazeyan tê ferzkirin. Ev jî têr nake mudaxaleyên şînê jî dikin. Di vê serdema ku şîngirtin jî tê astengkirin, divê em berpirsyariya xwe bizanin û em ê heta ku pîşeya me dest dide em ê serlêdanan bikin. Em vê israra xwe bidomînin em ê destkeftiyek hiqûqî bidest bixin.”