‘Em jin dê cîhanê biguherînin’ 2020-01-03 09:04:39   Gulîstan Azak   SAKARYA - Hevseroka HDP’a Sakaryayê Nahîde Yukseldogan diyar kir ku têkoşîna jiyanê ya ku daye ji pêvajoya tevlîbûna partiya siyasî re zemîn ava kiriye û got: “Têkoşîna zehmet û keda jinan bi HDP’ê re watedar dibe. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo parastina mafên xwe tevlî HDP’ê bibin.”   Nahîde Yukseldogan di 1971’ê de li Stewrê ya Mêrdînê tê dinê û di temenê biçûk de tê zewicandin. Nahîde piştre ji ber sedemên siyasî û aborî bi malbata xwe re koçî Sakaryayê dibe. Nahîde li wir wek kedkara malê jiyana xwe didomîne û têkoşîna wê ya zehmet di wan salan de ji bo di siyasetê de cih bigire, zemîn ava dike. Nahîde di 18 salî de di xebatên partiya siyasî de cih digire û di HEP, DEP, HADEP û HDP’ê de têkoşîna siyasî dimeşîne.   Nahîde bi salan di xebatên siyasî de cih digire û sê deme jî Hevserokatiya HDP’a Sakaryayê dike. Nahîdeyê pêvajoya tevlîbûna siyasetê û têkoşîna xwe ya jiyanê ya zehmet ji ajansa me re vegot.   ‘Divê qadên parastina cewherî bên avakirin’   Nahîdeyê destnîşan kir ku divê jin li dijî zor û zehmetiyên li wan tên ferzkirin, qadê parastina cewherî ava bikin û got: “Riya vê ya herî bi bandor ji HDP’ê derbas dibe. Têkoşîna jiyanê ya zehmet ji tevlîbûna siyasetê re zemîn ava kir. Ez di 1971’ê de li Stewrê ya Mêrdînê hatim dinê. Di temenê biçûk de hatim zewicandin. Ji ber pirsgirêkên aborî û siyasî me koçî Sakaryayê kir. Ez jinek kedkara malê me. Di 18 salî de min di xebatên partiyê de cih girt. 30 sale ez bi awayekî aktîv siyasetê dimeşînim. Di HEP, DEP, HADEP û HDP’ê de min xebat meşand. Niha hevseroka Sakaryayê me. Ez bang li jinan dikim ku ji bo mafên xwe di HDP’ê de cih bigirin. Ji ber ku ked û têkoşîna jinan bi HDP’ê watedar dibe.”   Nahîdeyê daxuyakirin ku HDP partiyeke ku nûneriya wekhev referans digire ye û got: “Pergala hevserokatiyê, di mijara wekheviya jin û mêr de gelek girîng e. HDP bi rengê mor yê li ser ala xwe û bi wekheviya jin û mêr ya di rêziknameya xwe de, bûye partiya jinan. HDP partiyeke jinane. Serkeftina wê jî encama keda jinê ye. Em jin bi hev re xebatan dimeşînin û dengê xwe bi hev re bilind dikin. Ji ber jin xurtin. Jin dikarin cîhanê biguherin. Ez dixwazim hemû jin din bin sîwana HDP’ê de bên cem hev.”