ROJEVA 3'YÊ ÇILEYÊ 2020'AN 2020-01-03 09:00:00     *Bi boneya hatina sala 2020’an mamosteyên di Keskesora Alan de wane didin zarokan rewşa zarokan nirxandin û gotin: "Em bi hêvî ne ku gelê herêmê bi me re bibin alîkar ji bo ku em bi hevdu re jiyaneke azad û aram ji zarokan re biafirînin." DÎMEN HEYE   *Rûmîne Sîdo bi temenekî ciwan hem fêrî kemanê dibe, hem jî hevalên xwe fêr dike. Rûmînê têkîldarê kemanê axivî û got: "Min dengê kemanê bihîst û gelekî bala min kişand. Di wê kêliyê de min biryar girt da ku ez fêrî kemanê bibim. Em bi hunera xwe li dijî dagirkeran disekinin." DÎMEN HEYE   *4 sal berê li Sîlopiyê siyasetmedarên jin Sêvê Demîr hatibû qetilkirin. Parlamentera HDP’ê Pero Dundar ya ku bi Sêvê re li heman girtîgehê mabû wiha got: “Sêvê bandorek mezin li ser jiyana me kir. Em wan jibîrbikin em xwe jibîrdikin. Jibîrkirin îxaneta herî mezin e.” DÎMEN HEYE    *Parêzer Gulan Kalelî diyar kir ku mafê definkirinê di bin parastina mevzuatên netewî û navneteweyî de ye û got: “Astengkirin di demên ku otorîteya cemawerî de darazê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne xwe dide nîşandan. Heta pîşeya me derfet bide em ê serlêdanan bikin. Bi israr pêşketin hebe wê destekfetiyek hiqûqî bê bidestxistin.”    *Hat îdia kirin ku li çiyayên Omeryan, ev nêzî mehekê ye cerdevan û şîrketên taybet darên herêmê dibirin û darên ku bi îdiaya ‘malên xezîneyê ne’ hatine birîn, difroşin.   *Hevseroka HDP’a Sakaryayê Nahîde Yukseldogan diyar kir ku têkoşîna jiyanê ya ku daye ji pêvajoya tevlîbûna partiya siyasî re zemîn ava kiriye û got: “Têkoşîna zehmet û keda jinan bi HDP’ê re watedar dibe. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo parastina mafên xwe tevlî HDP’ê bibin.” DÎMEN HEYE    *Sekretera Jinan a DÎKS’ê Nevîn Kiziloz bertek nîşanê mûçeyê asgarî yê bûye 2 hezar û 234 TL, da û got: “Nîvê butçeya ku ji şer re tê veqetandin ji gel re nayê veqetandin.” Hevseroka Giştî ya Malên Gel, Dîlşat Aktaş jî got: “Ji bo projeya Kanal Stenbol 110 mîlyar TL tê veqetandin. Lê ji bo kedkaran 304 TL rewa tê dîtin. Bila kerem bikin ew bi vî pereyî bijîn.” BI DÎMEN