Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdan kirin 2020-01-02 16:29:37   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2020’an de ji bo hevdîtinê serlêdana ewil kirin. Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan, Newroz Uysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2’yê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê de li Girava Îmrali hevdîti pêk anîbûn.    Serlêdanên parêzeran ên ji 7’ê Tebaxê şûnve hemû bêbersiv hatin hiştin.