Dayika Aştiyê Naciye Îke jiyana xwe ji dest da 2020-01-02 15:24:58   WAN - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Naciye Îke ku li nexweşxaneyê ji nexweşîna penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.     Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Naciye Îke (70) ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê ji nexweşîna penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dayika Aştiyê Naciye ev sê meh bûn li nexweşxaneyê dihat dermankirin û bi penceşêra malzarokê re têdikoşiya.    Hat zanîn ku malbatê cenazeyê Naciye ji nexweşxaneyê wergirt û dê li Goristana Gundê Bajarge yê Geverê bê veşartin.