Li Wanê tevî qedexe, şîdet, binçavkirinê jin rabûn ser piyan 2020-01-02 09:14:14   WAN - Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor, kampanya TJA’yê ya ‘Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser piyan’ nirxand û diyar kir ku bi kampanyayek nû wê têkoşîna xwe bidomînin, xwe zêdetir bigihînin jinan.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" di 19 Tîrmehê de starta kampanya xwe da. Di çarçoveya kampanyayê de li gelek bajaran çalakî û bername pêk hatin. Yek ji van bajaran jî Wan bû. Li Wanê tevî hemû zext û êrîşan jinan çalakiyên xwe berdewam kirin. Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor, bi lêv kir ku di çarçoveya kampanyayê de li bajar gelek xebat meşandine.   ‘Pêvajoyek têr û tije bû’   Rojbînê destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de gelek bername pêk anîne û got: “Me li dijî zext, tacîzan qadeke xebatê ya berfireh afirand. Me di meha îlonê de bernameya xwe bi esasa ‘aştiyê’ meşand. Di vê çarçoveyê de em li taxan, kolanan bi jinan re hatin cem hev. Bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiya Cîhanê, bi pêşeniya sendîkayan me li Parka Aştiyê ya Musa Anter bernameyek pêk anî.”   ‘Polîs ji qedexeyên walî cesaret girt’   Rojbînê bi lêv kir ku di meha cotmehê de bi sernavê ‘parastina cewherî’ kampanya xwe meşandine û got: “Gelek bernameyên me hatin astengkirin. Ev zext di meha mijdarê de zêdetir bûn. Xebatên me yên 25’ê Mijdarê di çarçoveya qedexeyên walî de hatin astengkirin. Polîsan jî qedexe kirin hincet û gelek caran şîdet û derbkirin pêk anîn.”   ‘Li girtiyên jin lêgerîna tazî hat ferzkirin’   Rojbînê anî ziman ku di meha Kanûnê de jî di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de bernameyên piştevaniya bi girtiyên nexweş re pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet li girtîgeha Tîpa T û Tîpa F ya Wanê binpêkirinên cidî hatin jiyîn. Li girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin, ji bo girtiyên jin yên bi zarokên xwe re li girtîgehan dimînin jî tu rewşa xweserbûnê nayê dayîn.”   Rojbînê di dawiya axaftina xwe de bernameyên ku di qada ekolojiyê de meşandine jî bibîr xist û got wan li dijî hilweşînên ekolojîk û texrîbatan jî çalakiyên aktîf pêk anîne. Her wiha daxuyakirin ku ji bo dema nû pêvajoya kampanyayek nû hedef kirine û bi vê jî wê xwe bigihînin gelek jinên din.