ROJEVA 2'YÊ ÇILEYÊ 2020'AN 2020-01-02 09:00:00   * Hevşaredaran balkişandin ser tayînkirina qeyûman û diyar kirin ku ev ne hiqûqî û ne jî ehlaqiye û got: “Nikarin destkeftiyên me yên bi têkoşînê hatine girtin ji destê me bigirin. Hilweşandina pergala serdest ya mêr ne hêsane lê ne zehmete jî.” DÎMEN HEYE    * Demek direj e li ser yekitiya kurd nirxandin tê kirin, Rêvebera Desteya Jin ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd jî bal kişand ser pêwistiya li darxistina kongreya neteweyî û got: "Ji bo ku em bikarin cihê xwe di vê sedsalê de bigirin pêwiste em yekitiya xwe ava bikin." DÎMEN HEYE    *Ji ber êrîşan gelek welatî neçar man ku cih û warê xwe terk bikin. Hevseroka ofîsa kar û barên rêxistinên mirovî Bêrîvan Îsa diyar kir ku pêwistiya alîkariyê heye û got: "Em li gorî derfetên xwe alîkariyê didin, lê belê terê nake. Em bang sazî û rexistinan dikin ku alîkariyê bidin welatiyên ku ji ber şer mexdûr bûne." DÎMEN HEYE    *Hevseroka DBP’a Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon ku li ser îradeya şahidê veşarî hat girtin, nexweşa şekir, tansiyon, dil û astimê ye. Hasîbeyê ji girtîgehê peyamek şand û got: “Em bê sûc hatin girtin. Em ê wisa jî bên berdan. Yekane hewcedariya me piştevanî ye. Bila yên li derve bi girtiyan re bikevin nava piştevaniyê.” DÎMEN HEYE   *Li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê ya hezar û 550 nivînên wê heye, zarokê 7 salî yê nexweşê sarayê, yê Sûriyeyî bi hinceta ‘wergervan tune ye’ li korîdora nexweşxaneyê hat sekinandin. DÎMEN HEYE   *Zelîha Peke bi dukana ku dide şixulandin debara xwe dike, diyar kir ku gel li dijî xizaniyê têdikoşe û got: “Em dixwazin vegerin 18 sal berê. Em êdî naxwazin wisa perîşan bijîn. Em welatiyên vî welatî ne. Dewlet tenê alîgirên xwe digirin kar." DÎMEN HEYE    *Ji damezerînerên Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati, Canan Arin diyar kir ku giştînameya ku wezareta dadê ji bo pêşî li şîdeta li ser jinê bê girtin weşandiye, nêrînên rêxistinên jinan nehatiye girtin û got: “Bi tu awayî nêrînê rêxistinên jinan nehatiye girtin û ev jî tê wateya desthilatdarî bi awayekî ji dil pêşî li şîdetê nagire.” Nûnera KCDP’ê ya Stenbolê Fîdan Ataselîm jî got piştevanî gelek girîng e.” DÎMEN HEYE    *Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor, kampanya TJA’yê ya ‘Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser piyan’ nirxand û diyar kir ku bi kampanyayek nû wê têkoşîna xwe bidomînin, xwe zêdetir bigihînin jinan. BI DÎMEN   *Li gundê Ezik a Erdîşê sê meh berê jina bi navê Zerîfe Can bi îşkenceyê hat binçavkirin. Xizma Zerîfeyê, Hamîde Can bal kişand ser îşkenceya leşkeran û got: "Gelo ev zilm wê heta ku derê biçe. Em şer naxwazin. Em îşkenceyan qebûl nakin. Em zilm û neheqiyê naxwazin." BI DÎMEN