Parêzer Esîn Yeşîlirmak: Di navbera gotin û pêkanînan de naqokî hene 2020-01-01 09:15:50   Gulîstan Azak   STENBOL - Ji parêzerên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Esîn Yeşîlirmak, balkişand ser rîskên giştînameya ku wezareta dadê li dijî ‘şîdeta mêr’ weşandiye û helwesta darazê û got: “Şîdeta li ser jinê ne şexsî ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê mehê herî kêm 40 jin tên qetilkirin. Ev bûyereke civakiye.”   Têkoşîna ji bo ku peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284'an a ku jinan li dijî şîdetê diparêze, pêk bê didome. Wezareta Dadê li ser bertekên jinan ‘Giştînameya Pêkanîna Qanûna Der Barê Pêşîgirtina Şîdeta li ser Jinê û Parastina Malbatê’ weşand. Giştîname di 18’ê kanûnê de hat weşandin û bi xwe re jî nîqaş anîn. Siyasetmedar û parêzvanên mafê jinan balkişandin ser rîskên giştînameyê û gotin divê demildest bê sererastkirin. Parêzera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Esîn Yeşîlirmak der barê mijarê de axivî.   *Giştînameya ku Wezareta Dadê weşandiye çi dihewîne?   Giştîname hinek xalên wê yên bi pirsgirêk hebin jî di aliyê qanûna hejmar 6284 referans girtinê de baş e. Lê giştîname dibêje ‘di mevzuatê de pirsgirêk tune, di pêkanînê de heye, qanûnan pêk bînin’. Em jin vê her tim li qadan ji xwe dibêjin. Muxatabê vê kî ye? Bêguman serdozgeriyên komariyê, dadgehê malbatê û hêzên ewlehiyê ne. Her çiqas giştîname di destpêkê de balbikişîne ser pêşîgirtina şîdetê jî di giştî de gotina ‘jin’ qet nayê dîtin. Mixabin der barê jinan de tu daxuyaniyek tune.   Pirsgirêka din jî biryara veşariyê ye. Ev tê çi wateyê? Ev tê wateya; ger vîdeoya Emîne Bulut ya ‘Ez naxwazim bimrim’ bê weşandin ev binpêkirina veşariyê ye û li dijî vê pêkanîn wê bê kirin. Ev xalek neyiniye ji ber ku li vî welatî bi axaftina delîlan û nîşandana bertekê hinek tişt tên kirin. Şîdeta li ser jinê ne şexsî ye. Li welat mehê herî kêm 40 jin tên qetilkirin. Ev bûyerek civakiye. Hûn dikarin delîlan ji civakê veşêrin. Ji ber vê bi pirsgirêk e. Pirsgirêka din jî, biryara sekinandina Rapora Lêkolîna Civakî (SÎR) ya li dijî şîdetê ye. Qanûna hejmar 6284'an bi şertan pêkanîn, li dijî rihê qanûnê ye. Dewlet neçare kar û barên lezgîn bike. Biryara SÎR tê gotin ku ji bo parastina jinan saetek jî girîng e. Ji ber vê jî bi rojan sekinandina rewşekê, tê wateya ku jin bê çare tên hiştin.   *Jin tevlî asta amadekirina giştîname û derxistina qanûnan nayê kirin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Herî dawî wezareta dadê daxuyaniya ‘Em dibe ku giştînameyê derbixin bila saziyên civak sivîl piştgiriyê bidin me’ kir. Dema mirov li geşedanan dinêrin ji xwe ev bi têkoşîna jin û STK’yan pêk hat. Piştî qetilkirina Ozgecan Aslan hat gotin ‘wê qanûna Ozgecan Aslan’ bêderxistin û der barê vê de hemû rêxistinên jinan hatin cem hev û pêşnûme qanûn amade kirin. Der barê vê de pêşnûme hatin amadekirin. Ev pêşkêşî meclîsê hat kirin. Lê meclîsê ev pêşnûme nexist rojeva xwe jî. Ji ber vê jî gotinên siyasî mixabin rastiyê nîşan nadin. Bêguman tevlîkirina STK’yan a ji bo têkoşînê girîng e. Ev rewşeke ku jinan eleqeder dike ye. Lê ligel ku navê jinan di qanûn û giştînameyan de derbas nake, di civînên jinan eleqeder dikin de jî cih nadin jinan.   Li welat îfadeyên mêran esas tên girtin. Ji ber vê jî divê ev rewş bê guherîn û rêxistinên jinan bên guhdarkirin. Lê mixabin ev li welat zêde ne pêkane. Hîna çend roj berê jinên bertekên xwe bi dansa Las Tesîs nîşandan bi şîdetterê rûbirû man û jin hatin binçavkirin. Gotinên wezareta dadê yên ji bo STK’ê jî baweriya wê tune.   *Em bi daxistina cezayên li gumanbaran yên wekê ‘rewşa baş’ û ‘tahrîka bêmaf’ re her tim tên rû hev. Hûn der barê van daxistinên cezayan de çi dibêjin?   Ev ji rayeya dadgeran re maye. Lê em hemû dizanin ku sedema zêdebûna şîdeta li ser jinê bêcezahiştine. Me ev herî dawî di doza Fatma Şengul ya ji aliyê Zeynel Akbaş ve hat qetilkirinê de dît. Tevî ku gumanbar Zeynel Akbaş cînayet bi plankirî pêk anî jî dadgehê bûyera plankirinê ji nedît û ji bo gumanbar ji ‘tahrîka bêmaf’ ceza da û 18 sal ceza lê birî. Lê em dibînin ku kujerên jinan bi cezayên tên dayîn tên xelatkirin û ev jî bêguman bi potansiyela sûc vedigere.   *Di dawiyê de tiştekî hûn lê zêde bikin heye?   Me her tim got ku biryarên dadgehên herêmî her tim xerabin. Me her tim ji dadgehan re got ‘Bi kesek din re xapandin sedema destberdanê ye, ne sedema kuştinê ye’. Me hewl da biryarên tên dayîn biguherin. Lê bi giştî em bi encamên neyînî re hatin rû hev. Me bawer dikir ku dadgehên bilind vê rewşê biguhere. Lê di doza Nurcan Arslan ya di 2016’an de ji aliyê Abdullah Melîh Bariş ve hatibû qetilkirin de me dît ku Dadgeriyê biryar da ku dadgeha herêmî biryar xera kir. Di meha çile de wê rûniştin dîsa bê dîtin. Ji bo ev rewş bidawî bibin em hewl didin. Hewldanên me jî wê bidomin.