'Ev sal bila bibe sala azadiya jinê û welatê me' 2020-01-01 09:07:59   Sara  Şêx Hesen   HELEB -  Malbatên têkoşeran hêvî û daxwaz dikin ku sala 2020'an bibe sala rizgarkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi aştî li welatê xwe bijîn.   Bi hatina sala nû, malbatên têkoşeran a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê daxwaz û hêviyên xwe anîn ziman. Dayikên têkoşeran diyar kirin ku ew dixwazin aramî û aştî were heremên wan û cihên ku hatine dagirkirin, ji destê dagirkeran xilas bibe û gelê koçber vegerin li ser axa xwe.    'Ev sal bila bibe sala azadiya jinê'   Zelîxa Şêx  Qember daxwazên xwe wiha parve kir: "Me di sala 2019'an de gelek êş dît. Di vê salê de me gelek zarokên xwe oxir kir, kezebên dayikan şewitîn. Ji bo sala nû em hêvî dikin ku ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo û em Serokê xwe di nava xwe de bibînin û êdî nema zarokên bê sûc werin kuştin. Em daxwaz dikin salek xweş û aram bijîn. Ev sal bila bibe sala azadiya jinê û welatê me. Em ê bi îradeya gel welatê xwe ji dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê xilas bikin û gelê ku koçber bûne vegerînin li ser axa wan. Em soz didin, xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin."   'Em xwediyê vê axê ne û parastin jî mafê me ye'    Remzîye Salih daxwazên xwe ji bo sala nû wiha parve kir: "Li welatê me her dem ji aliyên dewletan ve êrîş pêk dihatin û heta roja îro jî ev êrîş dewam dikin. Em gelek bûyerên bi êş jiyan. Daxwazê me ew e ku bi hatina sala nû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, em destê xwe bikin yek û dagirkeriya dewleta tirk têk bibin û jiyanek azad bi hev re bijîn. Em xwediyê vê axê ne û parastin jî mafê me ye."