ROJEVA 1'Ê ÇILEYÊ 2020'AN 2020-01-01 09:00:00   *Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hediye Yûsif geşedanên dawî nirxand û wiha got: "Sûriye di pêvajoyek hesas re derbas dibe. Hemû aliyên hegemonîk hewil didin serweriya xwe li ser axa Sûriyeyê bidin meşandin." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê, jiyana li bajarê Efrînê anîn ziman û gotin: "Li Efrînê jiyan bi destê jinê xweştir û watedartir dibû. Dayikên kurdan hem karê malê û hem jî karê li ser erdan de dikirin."DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Mala Jinê ya herêma Firatê Sultan Hemdî kar û xebatên mala jinê nirxand û wiha got: "Em ê xwedî li mafê jinan derkevin. Em ê xebatên xwe bêtir pêş bixin." DÎMEN HEYE   *Malbatên têkoşeran hêvî û daxwaz dikin ku sala 2020'an bibe sala rizgarkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi aştî li welatê xwe bijîn. DÎMEN HEYE   *Santralên termîkê ku ji aliyê Koma Cîner ku bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn ve tên çêkirin, li Silopiyê jiyana kesan û hemû zindîweran dikin xeterê. Jinên ku li bajarokê Gîte yê dijîn, bertek nîşanî  çêkirina santralê dan û wiha gotin: “Jiyana me ji ber santralê di xeterê de ye û em nikarin tu tiştî bikin. Em dixwazin ku demildest çêkirina van santralan bê sekinandin.” BI DÎMEN   *Dirûnvanên ku yek ji motîfên girîng ya çanda Kurd ‘Kiras û fistan’ didrûn, ji ber krîza aborî zehmetiyan dikşînin. Bahar Polat ku fistan û kirasan didrû wi ha got: “Karê min berê gelek baş bû. Ev du sale ji ber krîzê ne wek berê ye. Ben, têl, derzî û kumaş gelek bihaye. Berê me derzî bi 2 TL digirt niha 10 TL ye.” BI DÎMEN    *Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari zextên li hember partiya wan nirxand û got: “AKP û alîgirên wan bi awayekî cidî winda dikin û di alî aborî di siyaseta hundir û derve de ev bi rehetî tê dîtin. Partiya me jî dê li gel zextan jî tu carî paşve gav navêjin.” DÎMEN HEYE    *Ji parêzerên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Esîn Yeşîlirmak, balkişand ser rîskên giştînameya ku wezareta dadê li dijî ‘şîdeta mêr’ weşandiye û helwesta darazê û got: “Şîdeta li ser jinê ne şexsî ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê mehê herî kêm 40 jin tên qetilkirin. Ev bûyereke civakiye.” DÎMEN HEYE