Civîna salane ya Meclîsa Kantona Şehbayê hat lidarxistin 2019-12-31 17:04:39   ŞEHBA - Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana rûmetê û serdemê em ê dagirkeriya dewleta tirk têk bibin" Meclîsa kantona Şehbayê civîna xwe ya salane li hola Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist.   Meclîsa kantona Şehbayê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana rûmetê û serdemê em ê dagirkeriya dewleta tirk têk bibin" civîna salane li hola Çand û huner ya navçeya Fafînê li dar xistin. Hol bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê, alên QSD’ê û pankartên bi nivîsa "Şoreşa Kurdistanê bingeha şoreşa Rojhilata Navîn e" hatibû xemilandin.   Civîn bi deqeyek rizgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Koordinasyona Kongreya Star ya Efrînê Hediye Yusif axivî û got: "Di pêvajoya heyî de dijminê herî mezin jê dewleta tirk e. Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyeyê her dem ji aştî azadî û aramiyê li berxwe daye. Li dijî dijmin em serî natewînin."   Paşê rapora kar û xebat ji aliyê Hevcigirê Meclîsa Kantona Şehbayê Mehmûd Hac Îsa ve hat xwendin, di nav de karê salekê ya rewşa siyasî, rewşa rexistinî, rewşa gel û plansazî hat nirxandin.   Civîn bi pêşniyar û biryaran bi dawî bû.