Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2019-12-31 15:26:34   STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzeran herî dawî di 7'ê Tebaxê de muwekîlê xwe dîtibûn muwekîlê xwe bibînin û ji wê demê şûnde hemû serlêdanên parêzeran bê bersîv hatin hiştin.