KCD: Bila sala 2020'an bibe sedema avakirina yekîtiya neteweyî 2019-12-31 11:48:08   AMED - KCD'ê bi boneya sala 2020'an peyamek nivîskî weşand û got sala 2019'an li Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn salek zordest, mêtinger û bi komkujî derbas bûye û ew hêvî dikin ku sala 2020'an bibe sala xweşî, aştî û demokrasiyê û avakirina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca dawiya sala 2019'an û hatina sala nû 2020'an peyamek nivîskî weşand. KCD di peyama xwe de bal kişand ser qewimandinên 2019'an û hêviyên ji bo 2020'an anî ziman.   Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:   "Sala 2019’an di serî de li Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn, bûye sala ku zordestiya metîngeran derketiye lûtkeyê, polîtîkayên qetlîam û sirgûnkirinê ketine dewrê, li dijî demografiya Rojava mudaxaleyên metînger pêk hatine, li dijî xwezayê û mîrateyên dîrokî sûcên mirovahiyê pêk hatine û ji bo tevahî mirovahiyê bûye salek gelek dijwar.   Lê ligel ewqas zextan û sepandinên polîtîkayên tasviyekirinê jî sala 2019’an bûye dika (sahne) berxwedan û deskeftiyên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn.    Bi hêviya ku sala 2020’an; di şexsê gelên şoreşger ên Kurdîstan û Tirkiye yê de, demokrat, dorhêlên welatparêz û saziyên wan ên çalak li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê tifaqa xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê hêj bêhtir mezintir bikin. Bi hêviya ku hemû hêzên demokratîk ên li 4 parçeyên Kurdistanê fêm bikin ku tekane rêya serkeftinê di ruhê Yekitiya Netewî û hewlên wê yên ku bi sîwana sazîbûnekê tacîdar bû ye de ye. Bi hêvî û baweriya ku dê di navbera gelên Sûrîyeyê û Rojhilata Navîn de li ser esasê edalet, wekhevî, demokrasî û azadiyê, yekîtiya hêzên nû pêşkeve, bi bawerî û têkoşîna me ya bi biryar bibe sala fînalê.   Sala nû ya gelê xwe, gelên Tirkiye, Sûriye, Rojhilata Navîn û Tevahî Civaka Navneteweyî,  bi baweriya ku dê azadî û demokrasî bi berxwedan û têkoşînê bê bidesxistin pîroz dikin."