Dayika Mizgîn a bi guman jiyana xwe ji dest da: Kêmasiya me heye 2019-12-31 09:22:52     WAN - Li Erdîşê jina bi navê Migîn Siyer bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Sultan Siyer, bi lêv kir ku piştî Mizgîn zewiciye rewşa wê xerab bûye û got: “Psîkolog got ‘tenê nehêlin’. Lê me tenê hişt. Şaşiya me zêde ye.” Hat hînbûn ku piştî Mizgînê jiyana xwe ji dest daye şûnde bi îdiaya ku ‘pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hene’ lêpirsîn nehat vekirin.   Polîtîkayên dijminê jinê û gotinên zayendperest yên li hember jinê, şîdeta li ser jinê, kuştinên jinan, mirinên biguman û întîxaran jî zêde dike. Di meha dawî de hejmara jinên hatin qetilkirin zêde bûn û hejmara jinên întîxar kirine û bi awayekî guman jiyana xwe ji destane jî zêde bûne.   Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) ji serê salên 2000’î her sal nêzî 2 hezar kesî bi awayekî bi guman an jî bi rêya îtînxarê jiyana xwe ji dest daye. Di 2014’an de 3 hezar û 169, di 2015’an de 3 hezar û 246, di 2016’an de 3 hezar û 193 û di 2017’an jî 3 hezar û 168 kesî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha sala borî jî hejmar 3 hezar û 161 bû û ji van jî 770 jî jin bûn.   Li navçeya Erdîş a Wanê li taxa Doluca (Exs) jina bi navê Mizgîn Siyer ya 23 salî di 13’ê Kanûnê de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mizgînê rakirin nexweşxaneya dewletê ya Erdîşê û di rapora ku nexweşxanê daye de tê gotin ku ‘pirsgirêkên psîkolojîk jiyaye’.   Dayika wê Sultan Siyer diyar kir ku keça wê ji ber ku bê xew dima 6 mehan piştgiriya psîkolojîk girtiye û psîkolog gotiye ‘Mizgîn divê tenê neme’. Sultanê wiha berdewam kir: “Piştî keça min zewicî pirsgirêkên psîkolojîk jiya. Şaşiya me heye. Em lê baldar nebfûn. Doktor got tenê nehêlin. Me keça xwe tenê hişt. Keça min ji ber bêeleqebûnê întîxar kir.” Li aliyê din jî hat hînbûnk u der berê bûyerê de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û sedema vê jî îdiaya ‘pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hene’ bû.