‘Plansaziyên demografîk li ser bedena jinan pêk tên’ 2019-12-31 09:21:57       Rengîn Azîzoglu   AMED - 15’emîn hejmara Jîneolojî bi dosya ‘demografî’ derket. Nisîvkara kovarê Ezgî Çelîk wiha got: “Welîdîn rewşek bi xwezayî berdewam dike ye. Lê piştre ol, pergala kapîtalîst, şoreşa sanayiyê, şerên cîhanê dikevin dewrê û li ser bedena jinê lîstik dikevin dewrê. Niha plansaziyên demografîk yên taybet ên gelek welatan li ser bedena jinê pêk tên.”   Hejmara 15’emîn a kovara Jîneolojî ya bi mijara demografî derket pêşberî xwendevanan. Nivîskara kovara Jîneolojiyê Ezgî Çelîk der barê mijara kovarê de axivî. Ezgiyê daxuyakirin ku di vê mijarê de demografya kirine mijar û got: “Pergala kapîtalîst plansaziyên demografiyê li ser bedena jinê pêk tîne. Di pergala kapîtalîst de jin veguherîne maşîneya welîdînê û bi rêbazên kontrola welîdînê, bi awayekî hovane hewl didin ku welîdînê bidin rawestandin. Em mijara ‘mudaxaleya kapîtalîzmê’ ya li ser bedena jinê girîng dibînin. Dema me demografî jî girt dest, em li ser agahiyên ku dane me disekinin. Em nikarin demografiyê ji jin, welîdîn, dayikbûn, zarok, ekolojî û aboriyê serbixwe bigirin dest.”   ‘Me li ser 10-15 çavkaniyan lêkolîn kir’   Ezgiyê destnîşan kir ku gelek nivîskar di kovarê de hene û got wek yekineya polîtîkayên zayendî wan jî li ser demografiyê nivîsek nivîsîne. Ezgiyê ev tişt daxuyand: “Nivîsên li ser tecrubeyên polîtîkayên welîdînê yên welatên cuda hene. Nivîsên li ser zarok û nêrîna dayiktiyê hene. Em wek yekîne li ser nivîsên xwe kûr bûn û me li ser 10-15 çavkaniyan lêkolîn kir. Ligel vê em li ser makaleyan xebitîn. Dema me demografî girt dest em di 9 hezar salî de daketin 9 katên jêr. Em xebatek arkeolojÎ dimeşînin. Dema me ev xebat meşand jî me bi giştî cîhan girt dest.”   ‘Em wek kole nehatine dinê’   Ezgiyê bi lêv kir ku çavkaniyên jê fêde girtine jî çavkaniyên ku pergala serdest a mêr nivîsîne û got: “Ya ku di têkoşîna jinê de tê ferzkirin jî yên ji van çavkaniyan hatine hilberandinê ne. Di çavkaniyan de tê gotin ku cîhan ji hebûna xwe heta niha di bin hêza mêr de ye. Tê xwestin ku em jî bi vê baweriya xwe bînin. Bi vê hedef dikin ku têkoşîna me bişkînin. Lê em dizanin ku dîrok kokên me ne, ya ku em kirine em e. Em li gorî xwezaya xwe ne pêkane ku kole hatibin cîhanê. Ne ferze ku em her tim vejînin. Li dijî vê divê gotina me hebe. Divê tiştên ku vê pergalê li me ferz kiriye qebûl nekin. Gelek plansaziyên demografîk yên taybet yên gelek welatan jî li ser bedena jinê pêk tê. Em pêşniyar dikin ku hemû jin kovarê bixwînin. Em hemû jinan vexwendiyê vê rêwitiyê dikin.”   Hejmara nû a Kovarê di Çileyê 2020’î de wê derkeve pêşberî xwendevanan.