Ji ber ‘qedexeya goristanê’ nikarin cenazeyan bînin 2019-12-31 09:19:07       MÊRDÎN - Latîfe Akyuz a ku di pevçûnên di navbera 2015-2016’an ên li Nisêbînê de biraziyê wê Îbrahîm Akyuz û neviyê wê Mehmet Şîrîn Akyuz jiyana xwe ji dest dan, ji ber qedexeya qeymeqamtiyê ya li ser goristanê nikarin cenazeyan bînin Rihayê. Latîfeyê wiha got: “4 sale em nikarin biçin serdana goran. Em bînin jî nikarin li cihên ku dixwazin defin bikin.”   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di navbera 2015-2016’an de pevçûn derketibûn û cenazeyên bi dehan kesên di pevçûna de jiyana xwe ji dest dan teslîmê malbatan nehatibû kirin. Piranî cenazeyên di bin hîmê TOKÎ’yan de hatin dîtin li goristana bêkesan hatin definkirin. Tevî serlêdana malbatan a 4 salan û ji ber testên DNA’yê nayê zanîn ku çend cenaze hene. Malbata Îbrahîm Akyuz û Mehmet Şîrîn Akyuz salek şûnde cenazeyên xwe dîtin. Latîfe Akyuz a ku di pevçûnên di navbera 2015-2016’an ên li Nisêbînê de biraziyê wê Îbrahîm Akyuz û neviyê wê Mehmet Şîrîn Akyuz jiyana xwe ji dest dan  diyar kir ku 4 sale nikarin biçin goran ziyaret bikin.   ‘Tevî serlêdanan cenaze nedan’   Latîfeyê bi lêv kir ku Mehmet û Îbrahîm li cihên cuda jiyana xwe ji dest dane û got: “Her du jî di qedexeyên dawî de di hundir de man. Îbrahîm li taxa Zeynel Abîdîn, Mehmet jî li taxa Abdulkadîrpaşa jiyana xwe ji dest da. Piştî pevçûnan bi mehan me nizanibû ku cenaze birine ku derê. Me cenazeyê Mehmet 6 meh şûnde yê Îbrahîm jî salek şûnde dît. Her du jî li goristana bêkesan a Rihayê ne. Tevî di ser re meh derbas bûn jî me hîna cenazeyê wan negirtiye. Me daxwazname jî dan lê cenaze nedan me.”   Latîfeyê bertek nîşan da û got ji bo definkirinê jî dewlet biryarê dide û got: “Me xwest em cenazeyan li goristana Hececa defin bikin. Qeymeqamtiyê got, 'goristana Hececa qedexeye'. Divê demildest ev qedexe rabe. Ji ber nahêlin em li cihê defin bikin, em nikarin cenazeyan jî bînin. Ev 4 sale em nikarin biçin serdana goran jî. Em biçin wê bêjin ‘derxin û bibin’.Em çi bikin? em cenazeyan bidin ser pişta xwe? Em dixwazin wan li cihên ku dixwestin defin bikin. Ji xwe hestiyê wan maye. Ji wan hestiyan jî ditirsin. Ev dijminantî çi ye?. Bila êdî bidawî bibe.”