ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-31 09:00:00       *Jinên bajarê Qamişloyê ji bo sala nû daxwazên xwe anîn ziman û dan zanîn ku hêviya wan ew e ku sala 2020'an bibe sala serkeftina welatê wan û gotin: "Em hêvî dikin ku hemû koçber vegerin warê xwe û zarokên me bikaribin li ber dêriyê xwe bê tirs bileyîzin."DÎMEN HEYE   * Dayikên Aştiyê ku bi hêviya aştiyê 20 sal berê derketin vê rê, tevî hemû zextan peyama xwe ya aştiyê didin. Daxwaza aştiyê ya dayikan 20 sale li muxatabên xwe digere. DÎMEN HEYE   *Li gorî daneyên KCDP’ê di 11 mehên ewil a 2019’an de 430 jin hatine qetilkirin û li gorî daneyên wezreta karê hundir jî 318 jin hatine qetilkirin. Kujerên jinan dîsa hatin parastin û xelatkirin. Nûnera KCDP’ê Melek Onder, diyar kir ku ew dest ne ji azadiya xwe ne jî ji wekheviyê berdidin û got ew bên bêdengkirin jî wê jinên din têkoşînê dewir bigirin. DÎMEN HEYE   *Fatma Ehmed Bekir a 60 salî tevî hevserê xwe yê astengdar li gundê Um El-Xêr ku car caran rastî êrîş û topbarana dewleta tirk û komên wê tên dijîn. Fatimayê teqez kir ku kesên hatine xaka wan dagir bikin heman kesên ku havînê zeviyên wan şewitandine. DÎMEN HEYE   *Latîfe Akyuz a ku di pevçûnên di navbera 2015-2016’an ên li Nisêbînê de biraziyê wê Îbrahîm Akyuz û neviyê wê Mehmet Şîrîn Akyuz jiyana xwe ji dest dan, ji ber qedexeya qeymeqamtiyê ya li ser goristanê nikarin cenazeyan bînin Rihayê. Latîfeyê wiha got: “4 sale em nikarin biçin serdana goran. Em bînin jî nikarin li cihên ku dixwazin defin bikin.” BI DÎMEN   *15’emîn hejmara Jîneolojî bi dosya ‘demografî’ derket. Nisîvkara kovarê Ezgî Çelîk wiha got: “Welîdîn rewşek bi xwezayî berdewam dike ye. Lê piştre ol, pergala kapîtalîst, şoreşa sanayiyê, şerên cîhanê dikevin dewrê û li ser bedena jinê lîstik dikevin dewrê. Niha plansaziyên demografîk yên taybet ên gelek welatan li ser bedena jinê pêk tên.” BI DÎMEN   *Li Erdîşê jina bi navê Migîn Siyer bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Sultan Siyer, bi lêv kir ku piştî Mizgîn zewiciye rewşa wê xerab bûye û got: “Psîkolog got ‘tenê nehêlin’. Lê me tenê hişt. Şaşiya me zêde ye.” Hat hînbûn ku piştî Mizgînê jiyana xwe ji dest daye şûnde bi îdiaya ku ‘pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hene’ lêpirsîn nehat vekirin. BI DÎMEN