Jinên Kobanê: Planên dagirkeran wê bi destên yekîtiya gelan têk biçin 2019-12-30 17:13:20   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Jinên Kobanê yên ku beşdarî meşa li dijî êrîşên dewleta tirk û ji bo xurtkirina yekîtiya gelan bûbûn nerazîbûnên xwe di  meşê de nîşan dan û wiha gotin: "Tu kes nikare demografiya herêmên me biguherîne."   Dewleta tirk û hevkarê wê bê nevber êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê dikin, di encama van êrîşan de gelê herêmê neçarî koçberiyê dibe û berê xwe didin herêmên cuda yên Bakurê Suriyê û hîn ji van koçberan li wargehan tên bi cihkirin. Li deverên ku gel koçber dibin dewleta tirk malbatên komên girêdayî xwe yên Idlib, Humis û Xota li şûna gelê resen bi cih dike û demografiya herêmê dide guhertin. Îro bi sedan kesên herêma Firatê daketin qadan, li dijî dagirkeriya dewleta tirk û ji bo xurtkirina yekîtiya gelan meşiyan. Têkildarî vê mijarê jinên ku beşdarî meşa li dijî êrîşên dewleta tirk û ji bo xurtkirina yekîtiya gelan bûbûn helwest û nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.   'Bi yekîtiya gelan em ê dagirkeriyê têk bibin'   Heyfa Mihemed teqez kir ku bi îradeya gelan ew ê bi ser kevin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta tirk ne tenê plan û dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Suriyê dide meşandin, di heman demê de li Idlib, Libyê jî heman rêbaz û qirkirinê pêk tîne û koçberên bajarê Idlibê li şûna gelê resen bi cih dike. Lê armanca dewleta tirk ya sereke ku pilanên xwe berfireh bike. Dixwaze herêmên di navbera çemê Dicle û Firatê dagir bike."   'Wê tu kes nikaribe bi çarenûsa Gelê Kurd bilîze'   Rewşen Ebdî destnîşan kir ku helwestên gel li hemberî êrîşên dewleta tirk ber çav in û wiha pê de çû: "Em şer û pevçûnan naxwazin em aramiyê dixwazin. Di her meş an jî çalakiyan de helwestên gelê me diyar in em dixwazin dawî li qirêjiya dewleta tirk bê. Her kes veger li ser axa xwe bijî. Pêwistiya me bi tu hêzên derve tune ye ji ber gelê herêmê bi xwe, xwe bi rê ve dibe."   'Dewleta tirk û hevkarên wê planên qirêj didin meşandin'   Dayika bi navê Meqbule Bekî wiha got: "Dewleta tirk a hovane dixwaze bi rêya hevdîtinên xwe yên bi serokê dewletan re planên xwe yên dagirkeriyê zêde bike. Ev bû demeke kin dewleta tirk bi hezaran çete derbasî aliyê Libyayê kir ev dide nîşandan ku Erdogan û hevkarê wê tenê planên kuştin û talankirinê dimeşînin. Gelê ku niha ji bajarê Idlibê koçber dibe Erdogan wan koçberan dike bin dagirkeriya xwe û wan kesan perwerde dike û car din berê wan dide herêmên bi ewle û wan herêman dike cihê şer."   'Dewleta tirk li ser tunekirina gelan xwe ava dike'   Fatma Xelîl diyar kir ku her roj ew ê li qada bin û helwestên li dijî dagirkeriyê bidin nîşandan û got: "Êrîşên heyî ne tenê li ser Gelê Kurd tê meşandin her wiha li ser gelê ereb, çerkez, ermen û suryan tê meşandin. Li hemberî van kiryarên dijîmirovî hemû dewletên navneteweyî bê deng in. Pêwîst e dewletên ku mafên mirovan diparêzin sînorekî ji hovîtiya dewleta tirk re deynin."