Gundiyên Çinarî li ber edliyeyê çalakî pêk anîn 2019-12-30 15:33:09   AMED - Gundiyên ji gundê Darê yê Çinarê li dijî kana xîzê ku ji ber, sewalên wan dimirin û gorên wiriyên wan texrîp dike li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin.    Gundiyên ji gundê Darê yê Çinarê li dijî kana xîzê ku ji ber, sewalên wan dimirin û gorên wiriyên wan texrîp dike li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin.  Berê jî gundiyan ji ber ku kamyonên ji Fabrîkaya Çîmento xîz dikişandin zarar dabûn gorên miriyên wan bertek nîşan dabûn û niha niha jî ji ber kanên xîzê ku tên vekirin cihê çêrê yên sewalên wan û rêyên gûnd  tên texrîbkirin.  Ji ber kanên ku tên vekirin li herêmê heta niha bi dehan sewal ketine van kanan û mirine. Konên gundiyan ku ji bo kan bê girtin li herêmê vekiribûn jî ji aliyê leşkeran ve hatin topkirin. Derdora gund û kanê bi leşkeran hatiye dorpêçkirin û destûrê nadin ku zarok jî derkevin derve. Herwiha gundê ku ji 70 malan pêk tê bi droneyan tê şopandin.    'Kesek dengê me nabihîze'   Selma Arslan a ku şêniya gund e û axivî, diyar kir ku li li kendalê gund kaneke mezin hatiye vekirin û qûma heyî hemû bi ser malan de dibare.  Selma wiha got: "Gorên miriyên me hemû hatin texrîbkirin. Hestiyên xizmên me li derdorê hatine belavkirin. sewalên me mirar bûn. Leşkeran gund dorpêç kiriye û zarokên me jî nikarin derkevin derve, ji ber ku ji aliyê leşkeran ve tên tehdîtkirin. Bila êdî dengê me bibihîzin, bi sala ye em eziyet dibînin û her kesî guhên xwe girtine."   Gorên miriyan winda bûne, wê xaniyên me jî winda bibin'   Jina temenmezin Hewê Tan  û Fatma Arsanlan, diyar kirin ku nêzî çar sala ye ew vî eziyetî dibînin û diyar kirin ku edalet tune ye. Jinan berdewam kir û wiha gotin: "Wê di demek nêz de gundê me jî winda bibe. Gundî gorên miriyên xwe nabînin û me hestiyên miriyan ji derve kom kirin. Êdî bese bila dengê me bibihîzin. Em naxwazin ku ev îşkence berdewam bike."   Welatiyên ku çalakî li dar xistin diyar kirin ku wê çalakiyên wan ên li dijî kana xîzê bidomin û gotin ku wê bi rêya parêzerên xwe serlêdana sûc bikin.