Civîna salane ya Meclîsa Jinê ya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin 2019-12-30 15:05:45   KOBANÊ - Meclîsa Jinê ya girêdayî Mecilsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê civîna berfireh a salekê li Eywana Firatê li dar xist.   Meclisa Jinê ya girêdayî Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê îro civîna berfireh a salekê li Eywana Firatê ya Kobanê bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan li dar xist. Hol bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şehîdên tevgera azadiyê û alên meclisa malbatên şehîdan, Kongra Star û parkartên bi nivîsa "Jiyana bê Rêber Apo jiyaneke bê wate ye", "Divê em feraseta şehîda jiyanê temsil bikin" û "Bi coşa berxwedana şehîdan em ê Rêber Apo azad bikin" hatibûn hildan.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di derbarê jin û şehîdan de ji aliyê Cîhan Hemed ve hatin xwendin. Her wiha rapora salekê ya Meclisa Jinê ya Malbatên Şehîdan ji aliyê Ronahî Ehmed ve hat xwendin û nirxandin ji aliyê beşdarvanan ve li ser rewşa siyasî, rêxistinî û pilansaziya 2020’an hat kirin.   Civîn bi nirxandin û pêşniyarên ji bo pêşxistina xebata Meclisa Jinê ya Malbatên Şehîdan bi dawî bû.