Zarokê ku hat îdakirin 'întîhar kiriye' jiyana xwe ji dest da 2019-12-30 14:55:44   ÇEWLIK - Li Çewlikê zarokê ku hat îdakirin "întîhar kiriye" li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Hat îdakirin ku zarokeka bi navê Merve K. xwestiye li ser pira Çapakçûrê "întîhar bike" di bûyera bi gûman ku duh di saetên serê sibehê de qewimî, Merve ya giran birîndar bû li Nexweşxaneya Xerpêtê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.