'Pêdiviya mirovan her dem bi perwerdeyê heye' 2019-12-30 13:11:51   HELEB - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, ji mamosteyên Helebê re dewreya perwerdeyên birdozî û pîşeyî dest pê kirin.    Bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) di betlaneya nîvê salê de, ji mamosteyên Helebê re dewreya perwerdeya birdozî û pîşeyî di dibistana Alan Mihemed ya Şêx Meqsûdê dest pê kir. Nêzî 100 mamoste di dewreya perwerdeyê de derbas dibe. Perwerde ji sihare 08:00'an dest pê dike saet 14:00'an dawî dibe.   'Dema mirov bê perwerde bijî, ev mirov tune ye'    Têkîldarî perwerdeya mamosteyan Sozdil Osman axivî û wiha got: "Piştî bidawîbûna betlaneya nîvê salê, Mamoste hemû derbasî perwerdeya pîşeyî û birdozî bûn. Perwerde ji bo pêşxistina asta ziman û birdozî ye. Niha jî bi rêk û pêk perwerde tê dayîn. Em hem memosteyên kurdî hem jî mamosteyên erebî perwerde dikin. Perwerde bi xwe wek av û xwarinê ye. Dema mirov bê perwerde bijî, ev mirov tune ye. Her dem hewcedariya mirov bi perwerdeyê heye."