Raporên nexweşiyê yên dayika Mexmûrê hatin şewitandin 2019-12-30 10:14:50       MEXMÛR - Jina bi navê Xanê Benek a ku çend nexweşiyên wê yên giran hene, xwest ji bo tedawiya nexweşiya xwe derbasî nexweşxaneya bajarê Hewlêrê bibe. Lê belê tevî raporên bijîşk jî qaymeqamê navçeya Mexmûrê û asayîşa PDK’ê destûr neda dayika xanê derbasî nexweşxaneyê bibe.   Jina bi navê Xanê Benek a ku çend nexweşiyên wê yên giran hene, xwest ji bo tedawiya nexweşiya xwe derbasî nexweşxaneya bajarê Hewlêrê bibe. Lê belê tevî raporên bijîşk jî qaymeqamê navçeya Mexmûrê û asayîşa PDK’ê destûr neda dayika xanê derbasî nexweşxaneyê bibe.Dayika xanê ev 26 sal in ji gundê xwe yê Bakurê Kurdistanê koçî wargeha Mexmûrê bûye û li wir jiyana xwe dide dewamkirin. Di wê penaberiya xwe de gelek zor û zehmetî jiyaye. Hem ji aliyê dewleta tirk ve hem jî, ji aliyê PDK’ê ve. Ev yek hîn jî li Mexmûrê li ser gel tê meşandin.   'Ji ber zilma dewleta tirk em hatin Mexmûrê'   Dayîka Xanê wiha behsa zilma PDK’ê ya ku bi rêya ambargoya ku ev 6 meh in dewam dike de kir û got; “Ji ber zilma dewleta tirk em hatin Mexmûrê. Ev 26 sal in em li vir dijîn. Lê belê hîna jî ji aliyê dewleta tirk û PDK’ê ve zilm û zorî li ser me tê meşandin.Ez dayîkek nexweş im ji bo ku tedawîyê bibînim min serlêdan li nexweşxaneyê kir. Bijîşk ji min re got divê ku tu biçî nexweşxaneya Hewlêrê, min jî ji bo ku biçim nexweşxaneya Hewlêrê serlêdan li qeymeqamê navçeya Mexmûrê kir. Bijîşkên wan ên li navçeya Mexmûrê jî ji min re gotin divê tu biçî nexweşxaneya bajarê Hewlêrê. Min li gel qeymeqamê navçeya Mexmûrê rapora xwe ya ku ji bo derbasî bajarê hewlêrê bibim girt."   'Di noqeteya ketina bajarê Hewlêrê de em rawestandin'   Xanê wiha bal kişand ser bêmafiya ku li noqteya ketina bajarê Hewlêrê de li wan hatî kirin, kir û got;” Hîna em derbasî bajarê Hewlêrê nebûbûn em li noqteya asayîşê ya ketina bajarê Hewlêrê de hatin rawestandin. Li wir rayedarên asayîşê ji me re gotin tê bi ku ve biçî, min jî jê re got ez ê biçim nexweşxaneya Hewlêrê. Dema ku min wisa jê re got wî jî ji min re got na tê biçî Qendîlê. Min jê re got na ev raporên min ên bijîşk in û destûra qeymeqamê navçeya Mexmûrê jî li gel min in. Dema ku min raporên xwe nîşanî rayedarên PDK’ê kirin, wan rayedarên PDK’ê li wir raporên min ên bijîşk û qeymeqam li ber çavên min xistin nav agir û şewitandin li wir ez car din vegerandim wargehê."   'Bila herkes li dijî vê dorpêçê derkevin'   Xanê wiha banga xwe ya dawî ji bo Neteweyên Yebûyî (NY) û tevahî cîhanê kir û wiha bi dawî kir:"Ez bang li neteweyên yekbûyî û rayedarên Başûrê Kurdistanê dikim ku êdî divê ku ev dorpêç û ambargoya li ser gelê wargehê bê rakirin. Di vê ku NY jî xwedî li erka xwe ya mirovane derkeve. Ji ber ku ev wargeh di bin sîwana NY'ê de ye. Lê belê em dibînin ku erkên xwe yên penabertîyê pêk nayîne. Ez bang li wan dikim ku divê xwedî li vî gelî derkevin û erkê xwe bînin cih. Di heman demê de ez bang li gelê Başûrê Kurdistanê jî dikim ku bila bêdeng nemînin li hemberî vê dorpêçê dengê xwe derxin. Bila herkes li dijî vê dorpêçê derkevin."