‘Dema kolan hatin qedexekirin, jin bi stranan daketin kolanan’ 2019-12-30 09:19:28       Dîlan Babat   ENQERE - Endama Tora Parastina Jinan Aysun Gençtanir, gotinên tehdîdê yên wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu yên li hember jinên strana ‘Las Tesîs’ gotin, rexne kir û wiha got: “Piştî OHAL’ê kolanên Enqereyê hatin qedexekirin û jin jî bi stranan daketin kolanan. Me ne tirs, me piştevanî û cesaret girt û Soylu jî pê li butona serhildanê kir.”   Li welatê Şîlî ya Başurê Amerîkayê jinan li dijî tacîz, tecawiz û şîdetê çalakiya dansa ‘Las Tesîs’ pêk anîn û li cîhanê deng da. Li Tirkiyeyê jî jinan bi çalakiya ‘Las Tesîs’ li dijî şîdetê dengê xwe bilkind kirin. Li Stenbolê jin daketin qadan û rastî êrîşa polîsan hatin û gelek jin hatin binçavkirin. Li Enqereyê jî jin daketin qadan û li wir jî rastî êrîşa polîsan hatin. Li Enqereyê xwendekarên jin yên Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê xwestin dansa ‘Las Tesîs’ pêk bînin lê endamên Yekitiya Ciwanên Tirkiyeyê (TGB) daxuyaniyên ku jinan hedef digirin dan. Jinan bi boyaxa mor bertek nîşanê daxuyaniyê dan û li ser vê hatin binçavkirin.   Wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ji bo parlamenterên ku li meclîsê strana ‘Las Tesîs’ gotibûn , bi gotina; ‘Ger dans tê kirin em hemû bikin. Lê li Tirkiyeyê ev nayê wateya ji polîs, dadger, dewlet, serokwezî re bê gotin ‘tecawizkar’, ‘yê dikuje’. Ger bi vê gotinê mijar çareser dibe bila meclîs jî bibîhize. Ger ev meclîs bêje ‘bila berdewam bikin bêjin’ û ez jî wezîrê vî welatî bim, tevî qanûnê, tevî destûra bingehîn ez ê mafê xwe yê herî berfireh bi kar bînim.’ tehdîd kiribû.   Endama Tora Parastina Jinan Aysun Çençgtanir û Buse Uçer tehîdên Suleyman Soylu nirxand.   Aysunê diyar kir ku desthilatdarî her cureyê mafê êrîşê ya li ser bedena jinê bi xwe re dibîne û got: “ Jinê Şîliyê di stranê de dibêjin ‘tecawizkar tu ye, tecawizkar tu ye, polîs, dewlet, dadger û wezîr’. Lê em dibêjin ‘yek mêr’. Me raste rast li çavê wan mêze kir û me li dijî saziyên dijminê jinê stran got û em bi wan re hatin rû hev. Vê jî cesaret da me. Peyama ku jinan dixwest bide ev bû; em ê bedenên xwe yên bûne alava daxwazê bigirin û em ê van bedenên xwe bikin parçeyê serhildanê û bi daxwaza azadî û wekheviyê bikaribin cîhanê bihejînin. Ya duyem jî peyama ‘em dikarin li dijî mêran hêrsa xwe vereşînin’ bû.”   ‘AKP her ku dikeve zorê hinekan sûcdar îlan dike’   Aysunê bi lêv kir ku AKP bi qedexeya hewl dide pêşî li tevgera jinan bigire û wiha berdewam kir: “Piştî OHAL’ê ku nikaribû tu tişt li kolanên Enqereyê bê kirin jin bi stranan daketin kolanan. Di 25’ê Mijdar û 8’ê Adaran de jinan her cureyê êrîşê da ber çavan. Em bi pêvajoyek qirkirinê û rejîmeke mêr ya dijminê jinê re hatin rû hev. Lê li her derê jinan têkoşîn da û em bûn yek qêrînek. AKP ya ku her tim dikeve zorê jî mixabin ji xwe re hinekan sûcdar îlan dike.”   'Qanûn pêk nayên, tedbîr nayên girtin, pêvajoyek xespê tê jiyîn'   Aysunê gotinên Suleyman Soylu yên wekê ‘jinên qurban li welatê me zêde dibin’ û êrîşa li hember Peymana Stenbol û mafê nefeqeyê bi bîr xist û got: “Qanûn pêk nayên, tedbîr nayên girtin, pêvajoyek xespê tê jiyîn. Me got ‘wisa nabe’ û me gotina xwe got. Di hevdîtina butçeya ku Soylu tê de cih girt li rûyê parlamenterên jin mêze kir û gotinên stranê anî ziman. Ev jî berteka li dijî têkoşîna li kolanê bû. Her wiha her gotina Soylu tehdî de di esasê de. Soylu her çiqas pêngavê xwe bavêje, daraz û emniyeta wî çi bikin jî wê rastî serhildanên mor yên jinan bên. Me ne tirs, me cesaret û piştevanî girtiriye cem xwe. Her wiha Soylu jî pê li butona serhildanê kiriye.”   ‘Me dît ku jinan qedexe derbas kirin’   Buse Uçer jî daxuyakirin ku jin li aliyê desthilatdariyê ve wek tehdîd tên dîtin û wiha bi lêv kir: "Saleke baş ya ku serhildan gelek mezin bûn derbas bû. Kuştinên jinan zêde bûn. Serhildana jinan jî zêde bû. Di vê salê de em li dijî Suleyman Soyluyan û çeteyan di nava berxwedanê de bûn. Lê mixabin fêde nekir. Em her tim li dijî mêrantiyê têdikoşin. Di qada kedê de jin rastî binpêkirinê tê. Mêrantiyê xwe li her qadê ferz kiriye. Fikra me ev e ku divê jin gotina xwe bêjin. Bi hêviya ku sala 2020’an bibe saleke pêşketina hiqûqa femînîst. Bi hêviya bibe saleke ku kuştinên jinan tune bin. Bi hêviya bibe saleke tije têkoşîn."