'Dewleta tirk berhemên dîrokî yên Efrînê hedef digire' 2019-12-30 09:04:39   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Rêveberiya Karkeriya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmahan Ehmed di derbarê dizî û talankirina şûnwar û dîroka herêma Efrînê de axivî û got: "Êrîşên Erdogan yekem cihên dîrokî hedef girt. Efrîn gelek bi berhemên dîrokî dewlemend e. Gelek cihên dîrokî li Efrînê hatin rûxandin.”   Piştî êrîşên li ser herêma Efrînê, dewleta tirk û hevkarên wê, dest bi talan û qirkirina çandî ya herêmê kirin û bi hezaran ji şûnwarên Efrînê hatin dizîn û talankirin. Li gorî belgekirina şûnwarên hatine talankirin û dizîn, nêzî 18 tepeyên dîrokî, zêdetirî 8 cihên dîrokî hatin rûxandin û veguherîn cihên leşkerî. Her wiha zêdetirî 10 goristanên olî hatin rûxandin. Di derbarê vê mijarê de ji Rêveberiya Karkeriya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmahan Ehmed nirxandin kir.    ‘Êrîşên Erdogan a yekem cihên dîrokî yên Efrînê hedef girtin’   Di destpêka axaftina xwe de Esmahan qala êrîşên dewleta tirk kir û wiha got: "Di destpêka dagirkirina herêma Efrînê de dewleta tirk qirkirina çandî da meşandin. Dema dewleta tirk yekem êrîş kir girê Endarê ya dîrokî armanc girt. Ev cihên dîrokî nasnameya gelê Efrînê bû, ji bo wê hedef girtin."   'Efrîn ji aliyê dîrokî ve dewlemend e'   Esmahanê diyar kir ku gelek cihên dîrokî li Efrînê hene û hatine hedefgirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek cihên dîrokî li Efrînê hene û hatine hedefgirtin. Wek şikefta du derî ew şiketek mezin û du deriyên wê hebû tê de peykerê Entêrdel derket, ev peyker jî li 3 cihên dîrokî ya cîhanê hatiye keşifkirin. Ev tê wateya, Efrîn ji aliyê dîrokî ve dewlemend e, lê îro dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê ew şikeft xirab dikin û berhemên wê didizin û difroşin."   'Gelek Tilên Efrînê yên dîrokî bi destê dewleta tirk hatin rûxandin’   Di berdewamiya axaftina xwe de Esmahanê bi lêv kir ku gelek belge wêne û dîmen di destê wan de heye ku dewleta tirk cihên dîrokî talan dike û wiha domand: "Di hêjmara salekê de dewleta tirk nêzî 14 tilên Efrînê hilweşandiye û talan kiriye. Her wiha kêla Nebî Horî jî gelek zirar ji êrîş û kiryarên dewleta tirk dîtiye. Li derdora Tilê navçeya Cindirêsê jî dîwara şermê girtiye û nahêle kes derbasî li ser Til bibe û gelek ji tilên dîtir wek tilên Berberoşê, Ziravikê, Meydanikê bi aletên mezin hatine rûxandin."   'Me gelek caran bang li dewletan kirine, lê mixabin tu bersîv nedan me'   Esmahanê di nava gotinên xwe de bal kişand ser banga wan ji dewletên navneteweyî re û wiha pê de çû: "Em wek karkeriya şûnwarên herêma Efrînê gelek caran bang li dewletên navneteweyî û rêxistinên hiqûqnasan re dikin da ku ji bêdengiya xwe li hember kiryarên dewleta tirk ên ku şûnwar û dîroka Efrînê hedef digire derkevin, lê mixabin tu kesî ji me guhdar nekirin û çavên xwe li hember diziyên şûnwaran venekirin. Em vê kiryarên dijmirovî û dîrokî ji dewleta tirk re nahêlin, helbet gelê bindest wê azad bibe û mafê xwe ji zaliman bistîne. Heta em dikarin em ê talankirina dewleta tirk ji cihên dîrokî re ji cîhanê re eşkere û xuya bikin."