Li Girtîgeha Bunyanê îdiaya îşkenceyê 2019-12-30 09:02:28   AMED - Girtîgeha Bunyanê ya ku her tim bi binpêkirinên mafan tê rojevê, hat îdiakirin ku rêveberiya girtîgehê, komên girêdayê xwe ava kirine û ev kom jî li hember girtiyan îşkenceyan pêk tînin.   Li girtîgeha Sîncan a Jinan û girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê binpêkirinên mafan ji rojevê nakevin. Dayika Leyla Uyanik ya li girtîgeha Sîncanê dimîne û xwişka Hasan Uyanik yê li girtîgeha Bunyanê dimîne, Şehrîban Uyanik binpêkirinên mafan yên li her du girtîgehan tên jiyîn vegotin.   Şehrîbanê destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan li gorî kêfa xwe tev digerin û dema kêfa wan bixwaze hevdîtinan jî qedexe dikin û got: “Em mehê carê zarokên xwe dibînin. Ew jî li bendê me ne.Tu car li girtîgehan zext bi dawî nebûn. Pirsgirêk her diçin mezin dibin. Çareser jî nabin. Ava wan qirêj e. Zeng tê de ye. Zarokên me ava xwe digirin. Keça min bi salane li girtîgeha Sîncanê ye. Ava germ nadên. Cilan dixwazin em dişînin lê bi mehan nadinê. Nameyê wan jî nadên.”   ‘Girtiyên lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine derbkirin’   Şehrîbanê daxuyakirin ku birayê wê Hasan Uyanik jî li girtîgeha Bunyanê dimîne û rewşa wan qet ne baş e û got: “Li girtîgeha Bunyanê li koguşên mêr û jinan zextên mezin tên kirin. Malbatên ji girtîgehê hatin moralê wan qet ne baş bû. Gardiyanan êrîşê girtiyên jin kirine. Ji Amedê sê girtî birine wir û lêgerîna tazî li wan ferz kirine. Ji ber qebûl nekirine êrîş kirine. Deng çûye girtiyên koguşê û wan jî protesto kirine. Li ser vê êrîşê hemû girtiyan kirine. Heta hinek rakirine nexweşxaneyê. Her wiha di navbera rêveberiya girtîgehê û gardiyanan de tîm hatine avakirin û ev kom jî êrîşê girtiyan dikin. Divê demildest ev pirsgirêk çareser bibin.”