TAJÊ civîna xwe ya dawiya salê çêkir 2019-12-29 16:27:14   Ehalm Heci    ŞENGAL - TAJÊ'ê civîna xwe ya dawiya salê li Şengalê çêkir. Di civinê de kar û xebatên salekê ya sala 2019’an hat nirxandin.    Tevgara Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê civîna xwe ya dawiya sala 2019’an  pêk anî. Civîna TAJÊ bi tevlîbûna hemû saziyên jinê pêk hat. Civîn bi bîranîna şehîdên fermanê bi rêzgirtinê ve hat destpêkirin. Rojeva yekemîn ya civîna TAJÊ xwendin û  nirxandinên raporên Meclîsên bajarokan dest pê kir.     Di civinê de kar û xebatê salekê yên sala 2019’an hate nirxandin. Li gel kar û xebat pewîstiyên jina Êzidi yên sala nû jî hate destgirtin.    Hemû endamên TAJÊ diyar kirin ku di sala nû de jî wê kar û xebat hîn xurtir werin meşandin. Sala 2020'an di her alî de dê bibe sala têkoşîn û xurtkirina rexistina jinên Êzidî. Di civîna TAJÊ de hate ser ziman ku di 2020’an de ji bo rêbere gelê Kurd Abdullah Ocalan jî xebatên xwe xurt bikin. Hîn zêdetir bal bikşînin ser tecrîda girankirî û ji bo azadiya Abdullah Ocalan tekoşîn bikin. Jinên Êzidi dan diyarkirin ku bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan hatine van rojan ji bo xwedî derketinê jî wê xebatên xwe xurtir bikin.     TAJÊ di dawiya civîne de plansaziya xwe ya sala nû jî bi xetên sereke nîşan kirin. 8'ê adarê, Newroz, 4'ê nîsanê, çarşema sor ji bo bi girseyî û rihê tekoşînê were pêşwazîkirin xebatên xurtir bidin meşandin. Di sala 2020’an de salvegera fermana 2014’an bi awayekî xurtir were bîranîn xebat were meşandin. TAJÊ da diyarkirin ku ji bo rêxistina jinên Êzidi xurt bibe û bikaribe di her alî de xwe biparêze giranî ji bo perwerdeya jinan were dayîn.