YDG’ê konferansa 'afirandina nûbûniyê' li dar xist 2019-12-29 14:18:55   STENBOL - Ciwanên Demokrat ên Nû, bi drûşmeya “Di pêvajoya avakirina nûbûniyê de bahoz û dilop" konferans li dar xist. Ciwanan di konferansê de li ser çawaniya pêşxistina têkoşîna bindestan rawestiyan.    Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG), bi drûşmeya “Di pêvajoya avakirina nûbûniyê de bahoz û dilop" 13'emîn konferansa xwe li Otela Taksîm Hîll'ê dar xist. Ciwanan di konferansê de li ser çawaniya pêşxistina têkoşîna bindestan rawestiyan. Di konferansê de nûnerên Partizan, Konfederasyona Karkerên Ewropa yên ji Tirkiyeyê (ATİK), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist (SGDF), Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (Dev Guç), Tevgera Xwendekarên Sosyalist (SOH), Nûnerên Kovara Koz, Berxwedêrê Zeytinburnu Kenan Gongurdu û gelek kesên din amade bûn. Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê YDG'ê Elif Kaya, diyar kir ku YDG'ê di encama salên dirêj de danehevên girîng kom kirine û wiha got: "Ev dîrokek e. Dikare ji van cerebeyan gelek ders derxe." Kaya, anî ziman ku li ser vê axê dixwazin bi milyonan karkeran birçî bihêlin, xizan bihêlin û teslîmî teslimî destê xizaniyê bikin. Dixwazin fatûra wê bi karker û kedkaran bidin razandin.   Li ser navê SGDF'ê Alev Ozkiraz jî anî ziman ku êdî AKP û Erdogan di nava gel de tu qîmetê wan tune ye û wiha got: “Em carek din dibînin ku pî bûne serî û ev pî her ku diçe bi hêz dibin. Divê Komunist bê fikar û tirs gavên xwe xurt bikin û rêya xwe berdewam bikin." Piştre konferansê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.