Li Bûrsayê bîranîna Roboskêyê 2019-12-29 13:18:22   BÛRSA - Endam û rêveberên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Yildirim a Bûrsayê di 8'emîn salvegera komkujiya Roboskî de, 34 kesên bi balafirên şer ên TSK'ê hatin kuştin bi bernameyekê bi bîr anîn.    Di 28'ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên TSK'ê yên F-16 li ser gundê Roboskê bombe barandibûn. Di êrîşa balafiran de 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskî hatibûn qetilkirin. Rêxistina HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Yildirim a Bûrsayê ji bo 34 kesên hatin kuştin bernameyek li dar xist. Gelek endam û rêveberên HDP'ê tev li bernameya bîranînê bûn. Di bernameyê de Hevserokê HDP'ê Erol Berke, diyar kir ku ji roja komkujî pêk hatiye heta niha zextên li ser Roboskî kêm nebûne û wiha got: "Her ku edaletê dixwazin bêtir rastî zilmê tên. Li vê herêma Roboskî 8 salin operasyonên eskerî û bombebaranê berdewam kir. Ji bo berpirsiyarê vê komkujiyê bên darizandin em ê heta dawî têbikoşin." Bername bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.