ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-29 09:00:00   *Bi nêzîkbûna sala nû re, jinên bajarê Dêrikê hêvî û daxwazên xwe ji bo salê anîn ziman û gotin: "Em hêvî dikin ku di sala nû de dagirkerî bi dawî bibe û kesên ku koçber bûne vegerin li ser axa xwe." BI DÎMEN   *Jinên ku beşdarî civîna Kongreya Star a salane bûne axivîn û wiha gotin: "Em ê di sala 2020’î de hêviyên hemû jinan pêk bînin." BI DÎMEN   *Li dijî hemû qadên kurdî sansur û qedex berdewam dike. Têkîldarî êrîş û sansûra salekê şanogerên Şanoya Mencelê axivîn, gotin ku sansûr wan asteng nake û şano xweşe lê bi zimanê kurdî xweştir e. BI DÎMEN   Di dema grevên birçîbûnê de Dayikên Lacikspî bi hewladanên xwe bûn sembola berxwedanê. Dayikên Lacikspî gotin: "Heke daxwaza aştiyê sûc be, em sûcdar in. Em ê li dijî tecrîd û neheqiyê dê li ber xwe bidin. Ev têkoşîna me dê wekî sembol nemîne û em ê di têkoşîna xwe de bi israr bin. Em natirsin." BI DİMEN   * Rojnamegerên Ragihandina Azad ên ku di eniyên pêş di nava şer de cihê xwe girtin  û rastiya heyî ji cîhanê re radighandin gotin: "Rojnamegerên  ew mirovê xwedî wijdan e. Erkê me ye em rastiya şerê li hember gelê xwe û êşên  wan ji tevahî cîhanê re ragihînin. Em deng û rastiya civakê ne." BI DİMEN   *AKP’ê di seranserê desthilatdariya xwe de li gelek herêmên Tirkiyeyê xweza talan kir û ji sermayê re kir xizmet. Ji Çiyayên Kaz bigire heta Gola Salda û heta Heskîfê êrîşên li dijî xwezayê berdewam kir.   *Buşra Şahîn a ji ber pirsgirêkên aborî dest bi karê nexş û dirûnê kir, wiha got: “Karê nexşan ne qadeke ku ez hunerê xwe nîşan bidime. Ev teşeyê protestoyê ye.”   *Komkujiya ku di navbera 19-22’ê Kanûna 2000’î de li girtîgehan hat jiyîn ji aliyê xêzkar Sena Şat ve bi navê ‘Daîma’ bû romana grafîkê. Roman li ser karakterên Mavî û Eylulê diçe û hemû tiştên hatine jiyîn jî bi hemû zelaliya xwe dertê pêşberî xwendevanan.BI DİMEN