Kongreya Star a Qamişloyê xebatên xwe yên salê nirxandin 2019-12-28 19:08:47   QAMIŞLO - Kongreya Star a Kantona Qamişloyê civîna xwe yê slane li bajarokê Rimêlanê li dar xist û xebatên xwe yên salêekê nirxandin.   Kongreya Star a Kantona Qamişloyê civîna xwe ya salane li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Kantona Qamişloyê li dar xist. Di civînê de endam û rêveberên komîteyên girêdayî Kongreya Star amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê perspektifên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê mamoste Hêvîdar Mihemed û rapora salane ya Kongreya Star ji aliyê Koordînatora Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Ibtîsam El- Hisên ve hat xwendin.   Di raporê de ev xal hatibûn nirxandin: "Ev 9 salin şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye. Heta roja îro çareseriya siyasî xuya nake. Demek nêz de ye dewleta Sûriyê bi hevlabendên xwe Rusya û Îran jî dixwazin pirskirêka Sûriyê û aloziyên ku tên jiyîn, bi rêka êrîşên eskerî çareser bikin.  Di nava rûpelên dîrokê de, jinan berxwedanek  bê hempa li hember zihniyeta zilamê serdest da û li ber xwe daye.  Ji ber ku zihniyeta desthiladar  ji dirêjahiya dîrokê ve li ser sîstema netewperet û zayindperestiyê xwe ava kiriye û hemû  mafên jinê yên hizrî û fîzîkî bindest kirine, pêwistî bi şoreşekê hebû ku xeta dîrokê vegere beriya (5000) sal û jiyan ji nû ve bê bê avakirin. Ji ber vê yekê bi hezaran jin tevlî tevgera azadiyê bûn."   Paşê rewşa rêxistinî li ser kar û xebatên ku di vê salê de hatin kirin, hate xwendin, her wiha xal bi xal li ser rewşan hat nîqaş kirin.   Civîn bi pêşniyar û pilansaziyên cûda hate bidawîkirin.